Xwebûn bi manşeta ’Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket
- rojane
- 09:00 01
Hejmara 311’an a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e” gihişt ber destê xwînerên xwe.
Hejmara 311’an a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e” gihişt ber destê xwînerên xwe.
Şîna endama YJA Starê Zeynep Ersonmez ya li navçeya Milazgirê ku li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol a li beşa çavdêriya awarte bi bikaranîna antîbiyotîkên nû didome.
ZIWAN-KURD ku li Sêweregê bi xebateke komunal hate avakirin, hate vekirin.
Li Mêrdînê 47 saziyên xwe dane gel hev û di çarçoveya têkoşîna li dijî tiryakê de “Şiyar Be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê” ava kirin.
Wekîlê DEM Partiyê Alî Bozan di 10’emîn Pirtûka Fuaran a li Mêrsînê de tev li panela “Axaftina li ser aştiyê” bû û got: “Êdî dema avêtina gavan e. Ev meseleye, meseleya Tirkiye û Rojhilata Navîn e.”
Navên welatiyên di serê sibehê de li ser rêya Colemêrg-Wanê qeza kirin û ketin bendavê diyar bûn.
Şîna ji bo gerîlaya YJA Starê Suheyla Baytekînê li Sêrtê hate danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Li Girtîgeha Erzînganê 3 girtiyên siyasî yên li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê li dar dixistin, hatin sirgunkirin. Hat zanîn ku di dema sirgunkirinê de li girtiyan hatiye xistin.
Amirê emniyetê Şuayîp Ogdur duh gef li Hevşaredarên Cizîrê Guler Yerebasan û Abdurrahîm Durmuş xwaribû. DEM Partiyê bi daxuyaniyekê bertek nîşan da û got: “Divê berpirsyar hesabê bidin.”
Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê bi dawî bû. Faîk Ozgur Erol got: “Bi pêşketina pêvajoyê re têkoşîna me dê ji bo cîbicîkirina entegrasyona hiqûqî be.”
Li ser rêya di navbera Colemêrg-Wanê de wesayîteke sê kes tê de bûn kete Bendava Zernekê. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê didomin.
Hejmara 144’an a kovara Jinê bi manşeta “Têkoşîna azadiyê ya li dijî qirkirina jinan” derket.
Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku rayadarên li Şirnexê, ne li gorî pêvajoyê tevdigerin û bang li Tifaqa Cumhur kir ku li dijî aliyên şerxwaz û dijberên aştiyê têbikoşin.