ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2025'AN
- rojane
- 09:00
Siyasetmedar Azîme Işikê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Heke em qala veguhertinê bikin, divê berî her tiştî pîvana edaletê bê qebûlkirin û girtîgehên ku tecrîda giran tê de pêk tê, werin girtin.”
Li Helebê hat xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan û pêşengiyê ji pêvajoya aştiyê re bike.
Siyasetmedar Declan Kearney ê ku qala pêvajoya Îrlandayê kir, diyar kir ku tevlîbûna civaka sivîl û girseyê ji bo pêvajoyê girîng e û got: “Ji bo gelê Kurd aştî, azadî û demokrasî. Ji Abdullah Ocalan re azadî.” Serokê berê yê Katalonyayê Pere Aragonès Garcia jî got, "Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye."
Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol ku sê caran xwîn rijiya ser mêjiyê wî, didome.
Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş ên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê de banga serbestberdana girtiyên nexweş hat kirin.
Nêçîrvan Barzanî ji “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” re peyamek şand û got: “Avakirina aştiyê ya li Tirkiyeyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike.”
Doç. Dr. Arzû Yilmazê diyar kir ku domandina pergala netew-dewletê dijwar e û got: "Entegrasyona demokratîk a ku Abdullah Ocalan qala wê dike, bingeheke girîng wekî formulek ji bo hevjiyana aştiyane di çarçoveya aboriya herêmî ya nû de pêşkêş dike."
Senatorê Efrîqaya Başûr Mohamed Bhabha, di “Konferansa Navneteweyî” de axivî û tecrûbeyên welatê xwe parve kir. Bhabha, got ku piştî rewşa qanûnî guherî wan di şertên wekhev de dest bi guftûgoyê kir û got: “Ji kêliya em qanûnî dîtin ve êdî qonaxa sereke dest pê kir.”
Xizmên Windakiriyan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê aqûbeta Mehmet Guler pirsîn û di çalakiya li Colemêrgê de jî hat xwestin ku kujerên Rojhat Ozdel bên darizandin. Li Rihayê hat xwestin ku aqûbeta Faîk Kevcî were aşkerakirin.
Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê Yûnûs Ozak ê ku ferzkirina "nizama leşkerî" qebûl nekiriye, 10 gardiyanan êrişî wî kiriye.
Şînên endamên HPG'ê Cîhan Yîgît û Ferman Turgut ên li Şirnex û Wanê hatin danîn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Endamê Şandeya Îmraliyê parêzer Ozgur Faîk Erol di Konferansa Navneteweyî de axivî û got: “Kurd li derveyî fermiyetê hatine hiştin û birêz Abdullah Ocalan jî hewl dide Kurdan daxilî nava hiqûqê bike.”
Mesûd Barzanî ji bo “Konferansa Navneteweyî” peyam şand û got: “Ez amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê.” Bafel Talabanî jî got: “Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrastiyê tê avêtin.”
Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê bi îdiaya “ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin”, tehliyeya Seyda Şîmşek ê 30 sal in di girtîgehê de ji bo 9 mehan taloq kir. Malbata Şîmşek, got: “Neberdana girtiyekî cezayê xwe xelas kiriye, zilm e.”