Di mehekê de 4 caran sewqî nexweşxaneyê hat kirin: Bila êdî min nebin nexweşxaneyê
- rojane
- 09:27 06
Girtiyê nexweş Mehmet Emin Çam ku di girtîgehê de du caran krîzê li dil xist, meha borî çar caran sewqî Zanîngeha Dîcleyê hat kirin. Keça Çam diyar kir ku bavê wê di dema sewqkirinê de bi awayekî kelemçekirî di wesayîta rîngê de hatiye sekinandin û tenê carekê xwarin dane wî û got ku bavê wê gotiye, "Bila êdî min nebin nexweşxaneyê."
