Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
- rojane
- 12:33 27/12/2024
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
DFG’ê di sala 2024’an de piştgiriya hiqûqî da 152 rojnamegeran, di 49 dozan de rojnamegerî parast, ji ber 31 rojnamegerên polîsan tundî lê kiribûn jî serlêdanên sûc kir.
DEM Partiyê bi sedema “rêzikname, bername û paradîgmaya partiyê tune hesiband”, Hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek ji partiyê îxrac kir.
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê diyar kir ku di pevçûnên şevê din heta serê sibeha îro de 22 endamên komên paramîlîter di bersivdayina hêzên wan de hatine kuştin.
Rojnameger Erdogan Altan bal kişand ser rolên HTŞ'ê ya ku li Şamê bi desteka hêzên hegemonîk rêveberiyê bi dest xist û gava derkeve derveyî van rolan wê bi çi re rû bi rû bimîne û got: "Ya wê dilê hêzên global xweş bike yan jî wê bê tasfiyekirin."
Di doza qetilkirina Narîn Guranê de ap Salîm Guran parastina xwe kir û wiha bal kişand ser Nevzat Bahtiyar: “Hem em hem jî malbata me tune kir.”
Kamûran Daşdemîr ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumluyê ya Erziromê tê ragirtin diyar kir ku hejmara cezayên hucreyê yên tên dayin zêde dibin û banga hestiyariyê li rêxistinên maf, civaka sivîl û girseyên demokratîk kir.
Derheqê Velî Encu de ku ji bo birayê xwe û 33 kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin daxwaza edaletê kir, 17 doz hatin vekirin û 4 salan di girtîgehê de ma. Encû, got: “Ji Zîlanê heta Roboskê faîl tu caran nehatin girtin. Weke malbatên Roboskê em ji roja ewil heta niha li pey gotina xwe ne. Divê berpirsyarên komkujiyê bên darizandin.”
Nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê nayê qebûlkirin û gotin,: “Divê tu rojnameger li hemberî qetilkirina Nazim û Cîhan bêdeng nemîne. Divê êdî em zincîrên tirsê bişikînin."
Emîra Er a ji Rojavayê ku beşdarî çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo bû diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê nehatine ser sînor, wekî xwediyê dozê hatine û got ku kurd jî wekî her kesî li Sûriyeyê mafê wan heye ku xwe bi rê ve bibin.
Dayikên Aştiyê yên di sala 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê çûbûn ser sînor, bal kişandin ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha gotin: “Divê em dîsa bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin.”
Di sala 2024'an de biryarên DMME'yê nehatin bicihanîn, di doza Kobanê de ceza li siyasetmedar û rojnamegeran hat birîn, ji bo qeyûman tayîn bikin daraz bi kar anîn. Kesên ku kuştinên kiryar nediyar, tacîz û tecawizê hatibûn sûcdarkirin, bi rêya daraz û bêcezakirinê hatin parastin.
Berdevkê Ragihandina QSD'ê Ferhat Şamî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya tirk a "Bendava Tişrînê bi temamî di bin kontrola SMO’yê de ye" derewand û got: "Em li vir in, em ê li vir bin."
Danişîna doza Narîn Guranê piştî navberê, dozger kurtehiya mutalaaya xwe pêşkeşî şandeya dadgehê kir. Danişîn, bi parastinên li dijî mutalaayê didome.