Ji ber ku nexwest biçe ‘qawîşa kesên serbixwe’ tehliyeya wê taloq kirin
- rojane
- 14:17 15/11/2024
Elîf Yaş ev 30 sal in di girtîgehê de ye û tehliyeya wê hate taloqkirin. Parêzera Yaş, Seher Dursun da zanîn ku muwekîla wê neyînî bersiv daye pirsa “Gelo hûn qet fikirîn derbasî qawîşa kesên serbi xwe bibin” lewma Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya wê ji bo 6 mehan taloq kiriye.