Ocaxên Ulkucuyan Demîrtaş hedef nîşan da
- rojane
- 12:16 10/7/2024
Ocaxên Ulkucuyan Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dîsa hedef nîşan dan. Parêzerê Demîrtaş dê gilî bike.
Ocaxên Ulkucuyan Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dîsa hedef nîşan dan. Parêzerê Demîrtaş dê gilî bike.
Dadgeha Bexdayê cezayê îdamê da hevjîna serokê DAIŞ’ê yê berê Ebû Bekir el Bexdadî.
Komxebata Neteweyî li ser bangawaziya KNK’ê hat lidarxistin. Di encamnameya komxebatê de wiha hate gotin: “Pêvajoya em tê de ne li me ferz dike ku em bi ruhê seferberiyê tevbigerin.”
Rêxistinên ekolojiyê rapora xwe ya têkildarî şewata li Amed-Mêrdînê eşkere kir û wiha gotin: “DEDAŞ û îktîdar li rexekî rê li ber mirina welatiyan vedikin û li rexa din jî rê li ber texrîbateke cidî ya ekosîstemê vekirine.”
Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 31’ê hezîranê de li Dadgeha Merîwanê doza çar mamostayên kurd hat lidarxistin û hat diyarkirin ku ji bo her yekê çar meh cezayê girtîgehê hatiye dayîn.
Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan rapora têkildarî girtîgehên tîpên Y û S’yê eşkere dike.
Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî diyar kir ku Walîtiya Kerkûkê dikare ji kurdan be, lê belê PDK li pêşiya vê yekê dibe asteng.
Di ankêta AREA Araştırmayê de rêjeya dengan a AKP’ê daket ji sedî 29’ê. Her wiha hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin jî derket ji sedî 53’yê.
Li gorî texmîna hewayî ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, barîna barana zêde dê li 16 bajaran bi bandor bibe.
DMME’yê têkildarî serlêdana ji bo nedayîna rêzepirtûkên “Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” a ji hêla Abdullah Ocalan ve hatin nivîsandin, biryar da. DMME’yê got; “mafê wergirtina fikr û agahiyan hatiye astengkirin.”
Mûrat Zorluoglû ku di serdema qeyûmtiya xwe ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de navê wî bi gelek bêusûliyan di rojevê de bû, weke waliyê Amedê hate tayînkirin.
Cezayên li nûçegihanên MA û JINNEWS'ê hatin birîn, dibe sedemên bertekan. Koordînatorê Şopandina ECPMF'yê Gurkan Oztûran got: "Em banga xwe ya ji bo demildest dawî li van zextên li ser rojnamevanan bê dubare dikin. Ev yek gefê li xwegihandina agahiya rast û bêalî ya gel dixwe."
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku plana "dagirkeriyê" ya Tirkiyeyê ya li dijî başûrê Kurdistanê gav bi gav pêş dikeve û wiha got: "Bi sedan gund hatin valakirin û cerdevan û leşker lê hatin bicihkirin. Çawa Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî qonax bi qonax hat dagirkirin, li başûrê Kurdistanê jî heman planê didin meşandin."
15 mamosteyên endamên Egîtîm-Sen’ê ku li dijî Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê ya li Meclisê tê nîqaşkirin di çalakiyê de ne bi lêdanê hatin binçavkirin.