Ciwanê di Gola Wanê de winda bûye hêj nehate dîtin
- rojane
- 13:18 24/6/2024
Ahmet Hîlmî Hanalp ê dixwest derdora Girava Çarpanakê avjeniyê bike, di Gola Wanê de winda bû. Xebatên peydakirina Hanalp di roja 5’emîn de berdewam dikin.
Ahmet Hîlmî Hanalp ê dixwest derdora Girava Çarpanakê avjeniyê bike, di Gola Wanê de winda bû. Xebatên peydakirina Hanalp di roja 5’emîn de berdewam dikin.
Encumenên Şaredariya Colemêrgê yên DEM Partiyê ji bo rojeva civînên meclise ku dê 1’ê tîrmehê bê lidarxistin, diyar bikin çûn şaredariyê. Lê encumenan diyar kirin ku wan muxatab nedîtiye.
Kurd û dostên wan dê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sibê li ber CPT’yê daxuyaniyeke girseyî bidin.
Bi hinceta bûyerên Kobanê derheqê 5 siyasetmedarên HDP’î de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê dê sibe bê lidarxistin. Siyasetmedar ji kesên di bûyerên Kobanê de jiyana xwe ji dest dayîn tên sûcdarkirin.
Hat zanîn ku di operasyona li navçeya Xîzan a Bedlîsê û herêmên Şîrwan û Perwarî yên Sêrtê de qadên daristanan tên bombebarankirin û gund hatine dorpêçkirin.
Hate diyarkirin ku operasyona li bejahiya 3 gundên Elkê hatiye destpêkirin didome û li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî wiha got: “Ji bo dernekevin derveyî welat, li çavkaniyan negerin û têkiliyên navneteweyî pên nexin, derheqê gelek hevşaredarên me de biryara qedexeya derketina derveyî welat hatiye dayîn.”
Birayên hev Mazhar û Nûrî Demîr ên ji bo mudaxileyî şewata di navbera Amed û Mêrdînê de derket bikin ji malê derketin, li gel pismamê xwe Hasan Demîr ên bi hev re çûn jiyana xwe ji dest dan.
Şirîkê şaxa Burger King a rastî êrişê hatibû Omer Felat Kaya diyar kir ku êriş bi awayekî organîzeyî tên kirin û êrişkaran xwestin midûrê kargehê lînç bikin.
Welatiyan banga beşdariya mitînga “Em ê ji bo ked û azadiya xwe rê nedin qeyûm” kirin û gotin, “Divê em bersiva xurt bidin zîhniyeta mêtinger a dewletê.”
Midûriyeta polîsan a li Amedê bi hincetên cuda hemû çalakî û aktîvîteyan asteng dike, êrişên komên HUDA-PAR’iyan ên li dijî kargehan û koma reqsê tenê temaşe kir.
Şewata di navbera Amed-Mêrdînê de ji ber têlên ceyranê derket û nîqaşên têkildarî mijarê didomin. Di vê navberê de dîmenên şewata li Dêrikê ji ber têlên ceyranê derketî derketin holê.
Wezîrê Çandiniyê û Daristanê Îbrahîm Yumakli bîlançoya şewata li Çinarê û Şemrexê eşkere kir. Wezîr diyar kir ku 924 heywan mirin e û qada ku ji 14 hezar û 900 dekar pêk tê şewitî ye.
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan di roja 211’emîn de didome.
Doç. Dr. Zafer Yilmaz bal kişand ku yek ji pirsgirêka herî bingehîn a welat pirsgirêka kurd e û wiha got: “Heke em bixwazin li ser vê axê hemwelatîbûneke azad û serbixwe xeyal bikin, divê çareseriya meseleya kurd jî li navenda vê xeyalê be.”