Bernameya ‘mitînga azadiyê’ diyar bû
- rojane
- 12:34 07/10/2024
Bernameya “Mitînga Azadiyê” ku dê di 13’ê cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin diyar bû.
Bernameya “Mitînga Azadiyê” ku dê di 13’ê cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin diyar bû.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bertek nîşanî rûniştina girtî ya Meclisê da û got: “Tirkiye 10 sal in adeta gurkirina şer dike.”
Nivîskarê girtî Resûl Baltaci tevî ku cezayê xwe qedandiye jî nayê berdan. Kurê wî Azad Baltaci yê ku sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê, bertek nîşanî neberdana bavê xwe da û got ku 32 sal in bêhiqûqî didome.
Li Wanê guhîj li ser dezgehan e. Sala par kiloya wan 150 lîre bû û îsal kîloya wan bi 200 lîreyan tê firotin.
Siyasetmedaran û rêveberên rêxistinên sivîl banga beşdariya “Mitînga Azadiyê” kirin û gotin: “Divê bi sed hezaran kes li Amedê bicivin.”
Hejmara 251’emîn a Rojnameya Xwebûnê ya heftane bi manşeta “Komplo ne rojek e, pêvajoyek e” derket pêşberî xwînerên xwe.
Înîsiyatîfa Ji bo Hunerê Azadî bi sernavê "Sansur û otosansur" civat hat gerandin. Nivîskar Firat Can di civatê de destnîşan kir ku li Girava Îmraliyê Abdullah Ocalan 26 sal in tê tecrîdkirin û sansurek ku mînakek wê li cîhanê nîne li Îmraliyê heye.
Di encama êrişa li dijî sê wesayîtên Îsraîlê ya bajarê Humusa Sûriyeyê de kesek hat kuştin û sê kes birîndar bûn.
Di daxuyaiyên bi boneya salvegera çalakiyên Kobanê de wiha hat gotin: "DAIŞ ket yên xwedî lê derketin jî wê bikevin."
Rêveberên partiyên siyasî li navçeyên Amedê xebata Mitînga Azadiyê domandin û gel vexwendin mitîngê.
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek di “Komxebeta Tenduristiya Girtîgehan a Navneteweyî” de axivî û got: “Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tene ne bêhiqûqî ye, di heman deme de gefê li selametiya civakê jî dixwe. Divê tevgera mirovahiya mezin bi hêz bibe.”
Rêxistina DEM Partiyê, DBP û TJA'yê têkildarî salvegera çalakiyên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê daxuyanî dan û hat destnîşankirin ku Kobanê rûmeta gelê kurd e.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di “Konferansa Polîtîkayên Perwerdehiyê” de axivî û got: “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî ne xêr e, ew mafek bingehîn e. Bi milyonan zarokên kurd ji perwredehiya zimanê xwe bêpar mane.”
Rojnamevan Ferda Çetîn û Gunay Arslan qala Gurbetellî Ersoz kirin. Ferda Çetîn got: “Gurbetellî stêrka çapemeniya kurd e. Ji bo çapemeniya kurd nasnameyek.”