ÎHD’ê bang li NY’ê kir: Qirkirinê bidin sekinandin
- rojane
- 15:37 08/10/2024
ÎHD’ê li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê daxuyanî da û wiha bang li NY’ê kir: “Qirkirinê bidin sekinandin.”
ÎHD’ê li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê daxuyanî da û wiha bang li NY’ê kir: “Qirkirinê bidin sekinandin.”
Gora Cem Garîpoglû yê di sala 2009’an de Munevver Karabûlût qetil kir, bi biryara dozgeriyê hatibû vekirin. Hate diyarkirin ku hestiyên di gorê de aydê Garîpoglû ne.
Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr ji bo mitînga 13’ê cotmehê ya Amedê banga tevlibûnê kir û wiha got: “Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye.”
Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku di dema darbeya leşkerî ya 1980’yan de îşkenceyên giran lê hatin kirin bi maşîneyên kar tê hilweşandin. Hevserokê Şaxa Komeleya 78’an a Amedê Ahmet Ertak wiha got: “Heke nava hafizayê were valakirin dê îşkenceya dermirovî were veşartin.”
Di danişîna derbarê nivîskar û rêveberên rojnameya Ozgur Gundemê hatiye vekirin de ji “rêze propagandaya rêxistinê” ceza hate xwestin.
Danişîna ewil a doza Suleyman Salgucak ku bi gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” bertek nîşanî leşker û polîsên ji bo dengdayînê hatibûn veguhestin dabû, hat lidarxistin.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, gotinên Devlet Bahçelî yên “aştiya navxweyî” weke “Ev li pey lîstikên nû ne” şîrove kir û ji bo ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ev bang kir: “Bila Erdogan û Ozgur Ozel bigire gel xwe biçin Îmraliyê. Keremke Îmrali li wir e.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got ku ew ji bo aştiyeke birûmet, ji muzakere û guftûgoyê re amade ne.
Li navenda Mêrdîn û navçeyên wê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û gelek kes binçavkirin.
AYM’ê ji bo serlêdana têkildarî R.G. ê di dema qedexeya derketina derve ya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, biryara “binpêkirina mafê jiyanê” da.
Birayên hev Sînan û Hesen Harman ên ji hêla polîsan ve hatin derbkirin, wiha gotin: “Me tenê jê destûra lêgerînê xwest. Heqaret li me kirin, li me xistin û binçav kirin. Ser re jî wan giliyê me kir.”
Doza 4 kesên ku di encama gulebarana ji wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest dan, 8 sal in bi encam nebûye. Parêzerê dozê Davût Ûzûnkopru wiha got: “Dema yê tê kuştin kurd be û yên dikujin hêzên ewlehiyê bin polîtîkayên necezakirinê dikevin dewrê.”
Aras Aslan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê bi telefonê bi malbata xwe re axivî, diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya tund tê sepandin û girtiyên pîr û nikarin pêdiviyên xwe bi tena serê xwe dabîn bikin di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.
Rojnameger Îkram Balekanî bal kişand ser encamên hilbijartinên Herêma Kurdistana Federe ku dikarin hevsengiyên siyasî yên li hemû Kurdistanê biguherînin û got ku ji ber pêwendiyên PDK'ê bi Tirkiyê re hene, gel ji PDK'ê aciz in û ev jî dibe sedem ku PDK têk biçe.
Yek ji parlamenterên DEM Partiyê Ceylan Akça banga beşdariya Mitînga Azadiyê kir û got: "Bi taybetî jî divê jin di refên herî pêş de cih bigirin.”