ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2025'AN
- rojane
- 09:00 11/9
Meşa ku Egîtîm-Senê xwest bi dirûşmeya "Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin"li navçeya Qoserê li dar bixe, ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin.
Mehmet Emîn Sîraç ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket,got: "Heya em bigihên armanca xwe dê têkoşîn bidome."
Abdullah Çelîk piştî 32 salan li Êlihê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Çelîk got: "Berxwedan didome."
Rojnamevan Tûgçe Tatarî diyar kir ku çapemenî di pêşveçûna erênî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de roleke girîng dilîze û got: "Divê em li dijî zimanê vederkirinê, zimanê aştiyê û rojnamevaniyê ava bikin."
AYM’ê, ji bo 11 roj cezayê hucreyê ku ji ber gotinên stranên Kurdî yên di lênûskê de li girtî Rêber Altuntaş hatibû birîn, got binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê ye.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo ewlehî û îstîqrara li Reqayê operasyoneke nû da destpêkirin.
Kampanyaya “Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” ku Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê di 20’ê Tebaxê de dabûn destpêkirin, bi dawî bû.
Şehmûs Sevdînoglû ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê gelek caran tehliyeya wî taloq kiribû, piştî 32 salan hate berdan.
Di danişîna doza Cîhan Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de ji dozger hat xwestin ku mutalaayê amade bike.
Hiqûqnasê cezayê Ercan Kanar, diyar kir ku êdî hincetên Tirkiyeyê ji bo cîbicînekirina “Mafê hêviyê” nîşan dida ji holê rabûne û got: “Divê Ocalan êdî bi temamî azad bibe.”
Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon hate kirin û 17 kes hatin binçavkirin.
Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê daxwaza mafê hevdîtina bi rêya telefonê ya di dema nebûna hevdîtinên serdêran de ya girtî Eren Erdem red kir û pêşniyaz kir ku ji bo mewzûata têkildar bixebite divê serî li Wezareta Dadê bê dayîn.
Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tên ragirtin, diyar kirin ku duh bi şev ji saet 24.00’ê ve di serê her saetê de bi ser qawîşên wan de tê girtin û serjimarî li wan tê ferzkirin. Girtiyan, xwestin şandeyek bi lezgînî biçe girtîgehê.