Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
- rojane
- 22:10 20/3
Di rojbûna Rojîn Kabaîş de bavê Nîzamettîn Kabaîş ku çû ser gora keça xwe diyar kir ku divê sûcdar demildest bên dîtin û darizandin.
Di rojbûna Rojîn Kabaîş de bavê Nîzamettîn Kabaîş ku çû ser gora keça xwe diyar kir ku divê sûcdar demildest bên dîtin û darizandin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê çû serdana ÎBB’ê û got: “Li cihekî demokrasî lê tune be, mirov nikare behsa aştiya civakî bike.”
Wekîla DEM Partiyê Pervîn Buldan di Newroza Rihayê de got: “Gelê Kurd dixwaze li xakeke azad bijî. Kurd dixwazin nasnameya wan were naskirin û birêz Ocalan azad bibe.”
Wekîlê DEM Partiyê Mîthat Sancar di pîrozbahiya Newrozê ya li Artukluyê de axivî û got: “Têkoşîna aştiyê, têkoşîna demokrasiyê ye. Heke pergaleke xwe dispêre wekhevia gelan were avakirin dê aştî bê.”
Hevseroka DBP'ê Keskîn Bayindir gel vexwend pîrozbahiya Newrozê ya ku wê sibe li Amedê were lidarxistin û wiha got: "Em bawer in ku em ê peyama birêz Ocalan a Newrozê guhdar bikin. Sibê Newroz dê ji milyonan re deriyê aştiyê veke."
Di axaftinên Newroza Dêrsimê de li dijî binçavkirin, girtin û zextan banga têkoşîna hevpar hate kirin.
Li Erdexan, Tatos, Milazgir û Kerboranê gel bi coş Newroz pîroz kir. Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş li Tatosê axivî û wiha got: "Em dibînin ku pêwîstiya herî lezgîn a vî welatî bingeha siyasî û hiqûqî ye."
Elîf Bulut a Dem Partiyî di Newroza Cizîrê de axivî û got ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêyeke nû vekir.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di Newroza Sêrtê de banga “Jidil bin” li îktîdarê kir û got ku divê li hemberî banga Abdullah Ocalan gav bên avêtin.
Li Geverê bi tevlîbûna deh hezaran kesan Newroz hat pîrozkirin û Newroza îsal bi Newroza xwedîderketina banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Di Newroza Semsûrê de Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû axivî û wiha got: "Ji me re dibêjin, 'gelo hûn ji wan bawer in?' Em ji vê feraseta darbekar bawer nakin, em bi hêza xwe bawer in."
Gulistan Kiliç Koçyîgît a DEM Partiyî di pîrozbahiya Newrozê ya li Qersê de axivî û got ku gel xwedî li banga Abdullah Ocalan derdikeve û ev tişt anî ziman: “Em ê li dijî hemû provokasyonan hişyar bin û xwedî li banga sedsalê derkevin.”
Tayîp Temel ê DEM Partiyî di Newroza Êlihê de axivî û got: “Heta birêz Ocalan azad nebe, heta şert û mercên wî neyên başkirin encamek ji vê pêvajoyê dernakeve.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza azadiyê ya Bazîdê de axivî û diyar kir ku hemû cîhan li ser banga Abdullah Ocalan diaxive lê îktîdar gavên pêwîst naavêje.
Waliyê Silemaniyê Heval Ebubekir û heyeta pê re ku ji bo Newrozê hatin Amedê serdana Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.