Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
- polîtîka
- 13:06 15/6/2024
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari û Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir serdana avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê ku êriş lê bûbû, kirin.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari û Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir serdana avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê ku êriş lê bûbû, kirin.
DBP, TJA û DEM Partiyê li dijî darbeya li vîna gelê Colemêrgê hatiye kirin, kolan bi kolan geriyan û welatî vexwendin mitîngê.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku daketina kolanan a leşkeran a piştî tayînkirina qeyûm darbe ye. Hatîmogûllari, wêneyên dema leşker daketin kolanan nîşan da û wiha got: “Dê dîrok vî wêneyî ji bîr neke. Hemû kes bû şahid ku leşker jî tev li darbeya siyasî ya li Colemêrgê bûn.”
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê serdana CHP, Saadet Partî û DEVA'yê kirin. Di hevdîtinê de li ser helwesta demokratîk a li dijî tayinkirina qeyûman guftûgo hat kirin.
Parlamentera CHP’î Sevda Erdan Kiliç bertek nîşanî biryara tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Em neçar in ku li dijî feraseta qeyûm têbikoşin. Divê hemû kesê aligirên demokrasiyê li dijî vê ferasetê deng derbixin.”
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di nav de gelek parlamenter li dijî darbeya qeyûm çûn Wezareta Karên Hundir û hevdîtinan pêk tînin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ê biryara qeyûm weke “Bêrêziya li dijî vîna gelê Colemêrgê” nirxand, wiha got: “Demokrasiya li gorî te û li gorî min nabe.”
DÎB destnîşan kir ku desthilat amadehiya şer dike û da zanîn ku piştgirîdayîna bi navê “berjewendiyên neteweyî” a muxalefetê rewşa karesatê girantir dike û bang li kumxalefetê kir ku helwestekî zelal nîşan bide.
Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan têkildarî mirina hevjînê Tansû Çîller daxuyanîda û got: “Hevjînê te li ser nivînê xwe mir, lê yên me bi îşkenceyê hatin kuştin.”
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê xwest girtîgehên tîpên Y, S û girtîgehên ewlehiya bilind ku wek “tîpa bîrê” tên pênasekirin werin girtin.
DEM Partiyê di hilbijartina xwecihî ya Hîlwanê de ku wê sibe bê nûkirin, dixwaze bi ferqeke mezin bi ser bikeve. Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî got: "Ferqeke bi 5 hezarî di destê me de ye."
DEM Partiyê li Curnê Reş a dê hilbijartin lê bên nûkirin serdana ciwanan û kedkaran kir û pirsgirêkên wan guhdar kirin.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got ku ji bo destûra bingehîn a nû hewcehî bi hevrûbûna bi heqîqetê re heye û wiha got: “Heta hûn guh nedin Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê, mimkin nîne gavek bê avêtin.”
Hilbijêran diyar kirin ku di dema qeyûm de li bajarokê Periyê tu xizmet ji wan re nehate kirin û destnîşan kirin ku li dijî desteserkirina vînê dê li ser sindoqan bin û dê dengê xwe ji bo xizmetê ve bikar bînin.