Amadekariyên hilbijartina li Rojava ber bi dawiyê ve diçin
- polîtîka
- 11:31 24/5/2024
Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Rojava wê sibe lîsteyên namzetên şaredariyan eşkere bike.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Rojava wê sibe lîsteyên namzetên şaredariyan eşkere bike.
DEM Partiyê li navçeya Curnê Reş ku dê hilbijartin lê bê dubarekirin, lez da xebatên xwe.
Parlamenterên DEM Partiyê bi armanca nerazîbûn nîşanî biryarên li er Doza Kobanê bidin heta Wezareta Dadê meşiyan û bang li muxalefetê û hemû pêkhateyên civakî kirin ku li dijî bêedaletiyê di zemînek hevbeş de têbikoşin.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di komcivînê de axivî û bal kişand ser biryara Doza Kobanê û got: “Ji ber ku 24 hevalên me siyaset dikin, ji ber ku li ber komkujiya DAIŞ’ê rabûn, ji ber ku serê xwe li ber vê rejîmê netewandin, bi 407 sal û 7 mehan hatin cezakirin.”
Wezareta Dadê bersiv da pêşnûmeya DEM Partiyê û îdia kir ku hemû girtî ji mafê axaftina bidîmen sûd digirin. Li girtîgehan bi giştî 282 hezar û 709 hikûmxwar hene lê wezaretê îdia kir ku bi ser 500 hezar hikûmxwaran ji vî mafê xwe sûd digirin.
DEM Partiyê ji bo deynên qeyûman li pey xwe hiştin dewrî xizîneyê bên kirin û yên ji ber qisûriyên wan çêbûn ji qeyûman bi xwe bên standin, pêşniyarqanûn da Meclisê.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê sibê serdana Selahattîn Demîrtaş ê di Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin bikin.
Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre da zanîn ku PDK nahêle hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê bê lidarxistin: “Çiqas zû were lidarxistin ji bo heremê ewqas baş e.”
Feminîst Hulya Osmanagaoglûyê anî ziman ku cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedaran hatine birîn, peyamek e ji bo civakê û got: "Kurd û sosyaslît wê bi têkoşîneke bi hev re bi ser bikevin." Tulay Korkûtanê jî got: "Me bi hev re Kobanê parast û em hê diparêzin. Ger sûc be, me hemûyan ev sûc kiriye."
DEM Partî li navçeya Curnê Reş ji bo şaredariyê carekî din bi dest bixe tax bi tax xebatên hilbijartinê dimeşîne.
MYK’a DEM Partiyê û pêkhateyên wê piştî biryara di Doza Kobanê de dê îşev bi awayeke awarte bicivin.
DEM Partiyê li dijî biryara Doza Kobanê ev bertek nîşan da: “Em ê komployên we pûç bikin, em ê serbikevin, gel dê serbikevin.”
DEM Partî ji bo ji bo hevdîtinan çû Awûstûryayê û têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk agahî parve kir.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di komcivîna partiya xwe ya heftane de axivî û wiha got: “Em fêlê jî, fêlbaz û amadekarê fêlbaziyê jî baş nas dikin.”
Nîqaşên ser hevdîtina Serokê MÎT’ê, Wezîrê Edaletê û Erdogan berdewam dikin. Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya hêj ku mijara di rojevê de ye daxuyanî da û wiha got: “Her kê ku bi ser Serokkomarê me lîstikan û kemînan amade bike, em ê lîstik û kemînên wan xera bikin.