HDP’ê Çarşema Sor pîroz kir
- polîtîka
- 11:17 15/4/2020
Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê Cejna Çarsema Sor a êzidiyan bi peyamekê pîroz kir.
Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê Cejna Çarsema Sor a êzidiyan bi peyamekê pîroz kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarısaç, diyar kir ku di serdema Saddam Huseyin de Rejîma Baasê li diji Kurdan komkujî pêk anîye û di vê komkujiya Enfalê de 182 hezar Kurd hatine qetilkirin. Sarisaç ji Meclîsa Tirkiyeyê xwest ku Komkujiya Enfalê wekî komkujiya li dijî Kurdan pênase bikin û qebûl bikin.
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, ji ber ku di pêvajoya şewba vîrûsa corona belav dibe de piştgiriya tenduristî ya pêwîst nedaye gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rexne kir. Îlham, hikumeta Sûriyê jî rexne kir û got: "Hikûmeta Sûriyeyê li dijî vîrûsa corona hevkariya Rêveberiya Xweser nake. Ger ku vîrus li herêmê belav bibe dê berpirsyarî ya hikumeta Sûriyê be."
Parlamentera HDP'ê ya ya Stenbolê Zuleyha Gulum, diyar kir ku bi qanûna înfazê ya bi dengê AKP-MHP'ê hat qebûlkirin, dê sucdarên zayendî bêne efûkirin û got: "Bi vê zagonê ji bo sûcdarên zayendî efû anîn. Ev zagon efûya kesên li dijî jinê sûc kirine, birîndar kirine kuştine, şantaj kirine û gef xwarne û pornografiya zarokan weşandine dixe nava xwe."
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ku duh îstîfa kir, piştî Serokomar Tayyip Erdogan îstîfaya wî red kir, daxwaza xwe îro paşve kişand û got: “Înşallah emê di xizmeta milletê xwe de berdewam bikin."
Hevdîtinên beşa duyemîn ê sererastkirina înfazê temam bûn û 55 xal hatin qebûlkirin. Di hevdîtinan de bi guhertinekê biryara berdewamkirina kontrola edlî ya salekê hat dayîn û bi vê yekê re dê herkesê ku cezayê girtîgehê bigire nekeve girtîgehê.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz têkildarî cenazeyê Egîd Îpek ê ku bi riya PTT’ê ji malbata wî re hatî şandin diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li dijî cenaze û goristanan ji berê heta îro hiqûqa dijminatiyê ye û got: “Şandina cenaze ya bi PTT’ê polîtîkaya dewletê ya li dijî gelê Kurd nîşan dide."
Parlamenterê CHP’ê Ozgur Karabat diyar kir ku pêvajoya îzolasyonê ya nêzî mehekê ye tê sepandin bi ragihandina qedexeya derketina derve re di du saetan de hat tunekirin.
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, bi bîr xist ku daxwaza hevdîtinê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevalên wî re hatiye redkirin û pirsa “Tecrîd wê dewam bike?” ji Wezîrê Dadê pirs kir.
10 xalên ewil ên zagona înfazê ku 2 rojin li meclîsê têne hiqaşkirin hatin qebûlkirin. Di hevdîtin û niqaşan de hemû pêşniyarnameyên guhertinê yên muxalefetê ji aliyê îxtîdarê ve hatin redkirin.
Hevserokê HDP’ê yê Wanê Okkeş Kava, diyar kir ku ew ji bo welatiyên pêdiviyên hene seferber bûne û got: “Feraseta komîn her tim di çanda me de heye. Em dixwazin îro vê feraseta xwe ya komîn mezin bikin. Em dixwazin ku hemû kes beşdarî vê kampanyayê bibin. Niha dem dema mezinkirina piştevaniyê ye.”
Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan alîkariya hezar lîreyî ya dewlet li xelkê belav dike bir rojeva Meclîsê û wiha pirs kir: “Heke ku ev hezar lire ji bo mehekê be, wê welatî di meha gulanê de keviran bixwin gelo?”
Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, diyar kir ku AKP hewl dide vîrûsê bike çeka karê û berterafkirina muxalîfan û wiha got: “Divê em jî hewl bidin ku hewldanên piştvaniyê yên li dijî vîrûsê wergerînin derfeteke înşakirina civakeke nû.”
Parlamenterên HDP’ê, bi meşê newekheviya di pêşnûmeya înfazê li Meclîsê şermezar kirin.
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku mirina girtiyekê 70 salî ya ji ber vîrûsa koronayê cînayet û got: “Jiyan di girtîgehan de bi cih nabe. Divê hiqûq ji bo her kesî pêk bê. Em ne hiqûqa dijminantiyê, hiqûqa mirovheziyê dixwazin.”