Buldan Hevkeroka Giştî ya ÎHD'ê Keskin ziyaret kirKeskîn: Kurdistan bi hiqûqek cuda tê birêvebirin
- polîtîka
- 13:37 02/11/2019
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, piştî ku polîsan bi ser mala Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn de girt, Keskîn li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ziyaret kir. Buldan, bertek nişanî biryara der barê Abdullah Zeydan de da û got: "Duh hiqûq dîsa hat binpêkirin." Eren Keskîn jî bertek nîşanî biryarê da û got: "Her tem Kurdistan bi hiqûqek cuda hat rêvebirin û îro jî bi Huqûqek cuda tê birêvebirin."