Namzeta HDP'ê ya Serokatiya Meclîsê Serpîl Kemalbay e
- polîtîka
- 11:15 22/2/2019
Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay dê bibe Namzeta Serokatiya Meclîsê ya HDP'ê.
Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay dê bibe Namzeta Serokatiya Meclîsê ya HDP'ê.
Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, têkildarî lîstika AKP û MHP'ê ya li Qersê daxuyanî da û diyar kir ku AKP ji bo MHP bi ser bikeve xwe paşve kişand û wiha got: "Qers di bin çop û gemarê de maye. Bi van polîtikayên wetanperwerî û alperestiyê dixwazin qirêjî û gemara xwe veşêrin. Hûn nikarin bi sembolê welat û alê gemara xwe veşêrin."
HDP'ê der barê pêşnûmeya torbe de şerh danî û diyar kir ku rêjeya faîza ku rençber bide ji sedî 5 zêde bûye û bi zema OTV'yan re rû bi rû mane. HDP'ê da zanîn ku xalên pêşnûmayê xizmeta gel û wîcdanê gel nake."
Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan, diyar kir ku divê daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê werin qebûlkirin. Kûrtûlan, bal kişand ser hilbijartina herêmî û got: “Di 1’ê Nîsanê de dê hêzên demokrastîk û Kurd bi ser bikevin.”
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, di civîna çapemeniyê de bal kişand ser tundiya polîsan a li dijî Parlamentera HDP'ê Salîha Aydenîz û wiha got: “Kesên dibêjin 'Emê hesab bipirsin' divê hesab bidin. Leyla Guven jî bi greva birçibûnê navnîşanê rê me didin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, destnîşan kir ku AKP di rewşeke wisa de ye ku "nikare welat bi rê ve bibe" û ji bo Suleyman Soylû re jî got: "Niha li vî welatî wezîrekî karê navxweyî tune ye. Aqilekî serserî ku ji wesfa xwe ketiye heye." Temellî, ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî bang li herkesî kir ku tev bigerin.
HDP’ê, di çarçoveya hilbijartina herêmî de, dirûşmeya xwe ya bingehîn weke “Bi hev re ber bi demokrasiyê ve” eşkere kir.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di peyama 15’ê Sibatê ya weşand de, diyar kir ku di şexsê Birêz Ocalan de aştiya Rojhilata Navîn girtî û dibin tecrîdê deye.”
Parlamenter û rêveberên HDP'ê yên ji Wanê bi armanca tev li roja 100'emîn çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bibin derketin rê û rastî barîkata polîsan hatin, bar^kata polîsan derbas kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, diyar kir ku stratejiya wan a hilbijartinê kesên bê biryar û xeyidî ne xist nava tevgerê û der barê pêvajoya piştî hilbijiartinê de jî wiha got: "Dibe ku em di 2021'an de dîsa biçin hilbijartina pêşwext. Salên 2019-2020'an dê pir bi aloz û pêl derbas dibe. Emrê rejîmê 2021’an derbas nake.
Wê Partiya Saadetê (SP), li Dîlokê bi namzetê xwe têkeve hilbijartinê. Serokê SP'a Dîlokê Mehmet Îslam got: "Wê 31'ê Adarê, ji bo AKP'ê hilbijartina dawî be."
Li navçeya Sûrê qedexeya derketina 6 taxên di qedexekirina derve de hatin rûxandin didome. Namzetên keyatiyê yên van taxan, bi rêya telefonê xwe digihînin hilbijêrên xwe yên li çar hawirdorê bajêr belav bûne. Keya Koçero Topdemîr ku 3 sal in mohra wî di bêrîka wî de ye, diyar kir ku ji ber tax tune ne, ew nikarin projeyên xwe bînin ziman.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di civîna koma HDP'ê ya li Meclîsê jî axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Temelî, diyar kir ku Leyla Guven li dijî tecrîdê 97 rojin bedena xwe daye ber birçîbûnê û wiha got: "Em soz didin ku teqez emê bi ser bikevin. Teqez em dê tecrîdê bişkînin. Leyla Guven bi tena serê xwe rûpûşa hikûmetê istiye. Îro buhayê îsot û firengan bi buhayê guleyan muqaseye dikin. Ev nîşan dide ku dixwaze îktîdara xwe bi şer biparêze. Teqez em ê bi ser bikevin."
HDK'ê encamnameya civîna Meclîsa Giştî ya 10'ê Sibatê bi raya giştî re parve kir. HDK'ê di encamnameyê de diyar kir ku ji bo aştî û demokrasî pêş bikeve divê teqez tecrîd bi dawî bibe û wiha got: "Ji ber ku ne tenê kesek, vîna hemû civakê di bin tecrîdê de ye."
Nunerê YSK'ê yê CHP'ê Mehmet Yakupoglu, diyar kir ku beriya 31'ê Kanûna 2018'an Wezareta Karên Hundir gelek polîs û Wezareta Parastina Neteweyî jî gelek esker şandin herêmên krtîkîk û polîs û eskerên kirin hilbijêrên wê herêmê. Lê dest û milê me girêdayî ye û me ev yek neanî rojevê.