Wezîrê Parastina Rûsya dê Wezîrê Parastina Tirkiye ziyaret dike
- polîtîka
- 09:54 11/2/2019
Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu, li ser vexwendina Wezîrê Parastina Tirkiye Hulusî Akar dê îro bê Enqereyê.
Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu, li ser vexwendina Wezîrê Parastina Tirkiye Hulusî Akar dê îro bê Enqereyê.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di deklereya Beyannameya Hilbijartinê ya Jinê de axivî û got: “Me bi têkoşîna xwe ya em li ser hîmê demokrasiyê bilind dikin, bi armanca bloka faşismê têk bibin starta vê xebatê da. Ev stratejiya me ya bingehîn e. Hindik ma. Şaredariyên me yên hatin xezp kirin em dê wan azad bikin. Li ser vê axê ne hişmendiya qeyûm, dê jin bijîn."
Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, di Civîna 1'emîn Lijneya Giştî ya Serdema 9'emin a HDK’ê de axivî û got: “Li dijî tecrîdê derketin, di heman demê li dijî şer derketine.” Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Civîna xwe ya 1'emîn Lijneya Giştî ya Serdema 9'emin a li navenda xwe ya giştî ya li Taksîmê pêk anî. Gelek kes beşdarî civînê û civîn bi hilbijartina dîwanê dest pê kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di mîtînga partiya xwe ya li dijî tecrîdê li Mêrsînê hat lidarxistin de got: "Ferzkirina polîtîkayên şer û zilmê didomin. Li dijî van polîtîkayan fîkreke me heye. Li dijî tecrîdê, li dijî şer, li welatê me yê hevpar fîkreke me ya Komara Demokratîk heye. Silav li vê fikrê, silav ji bo Îmraliyê, silav ji bo Ocalan."
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, li dijî tecrîdê li Girtîgeha Kandira 25 rojin di greva birçîbûnê deye. Tuncel, diyar kir ku şikandina tecrîdê, şikandina zincîra şere û avakirina jiyana azad e. Tuncel bang li hemû kesan kir ku berxwedanê mezintir bikin.
Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê li ser qeydên hilbijartinê yên nelirê raporek amade kir. Di raporê de hat diyar kirin ku 14 hezar leşker-polîs şandin bajarên Kurdan û dê di hilbijartina 31'ê Adarê de deng bidin.
Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, rexne kir ku rojavayê Tirkiyeyê bi awayekê baş xwedî çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan ên li dijî tecrîdê dernakeve û got: “Lê di rastiyê ev tecrîd pirsgirêka hemû civaka Tirkiyeyê ye.”
Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu ji ber bertek nîşanî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan neda, der barê wî de fezleke amade kirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) ya Amedê 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser êrîşên li ser gelê kurd û wiha got: “Duh tiştekî me yên em winda bikin tune bû. Lê îro ger ku em li ber xwe nedin gelek nirxên me yên mezin ku em winda bikin hene. Divê her kes li berxwedana grevê xwedî derkevin." Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Kurdan heta niha serî netewandin. Dîsa diyar dikin ku çong danînin û dê li ber xwe bidin."
Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, diyar kir ku kesên di ezmûna KPSS’ê de puanên zêde distîne, di mulakatê de tên bêjandin (bêjingkirin) û wiha got “Ger hûn Kurd Elewî û muxalif bin, dibe sedem ku hûn di mulakatê de bên bêjandin."
DBP, beriya di 3'yê Sibatê de Kongreya Asayî ya 5'an li dar bixe, ji bo kongreyê bang li gel kir.
Namzeta Hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglû Ataş bal kişand ser hilbijartinê û sekna gelê Colemêrgê û wiha got: "Wê Colemêrg di 31'ê Adarê de careke din rekorê bişikîne." Namzet Cîhan Karaman jî bal kişand ser erka rêveberiya herêmî û got: "Di şaredariyê de gotin a gel be."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di danasîna namzetên hevşaredariyên Dersimê de axivî û got: “Divê teqez û demildest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Em ê bersiva herî xurt di sindoqan de bidin faşîzmê.”
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku dewletê xwestiye bi destûrdayîna hevdîtina li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û berdana hevseroka wan Leyla Guven gavên taktîk biavêje û got: “Taktîkên wan pûç derketin. Dawî li tecrîdê neanîn. Daxwaz nehatin bersivandin. Berxwedan didome.”
Di Serdema 27'an a Meclîsê de, der barê 33 parlementerên HDP'î de bi giştî 257 fezleke hatin amadekirin. Ji van fezlekeyan 159 jê der barê 6 parlementerên jin de ne.