Kurtulan: Sextekariya OHAL radibe çav boyaxkirine
- polîtîka
- 15:37 27/7/2018
Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan di civîna li Meclîsê li dar xist de têkildarî rakirina OHAL’ê got: “Sextekariya OHAL radibe çav boyaxkirinek bû.”
Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan di civîna li Meclîsê li dar xist de têkildarî rakirina OHAL’ê got: “Sextekariya OHAL radibe çav boyaxkirinek bû.”
Endama berê ya PM’a CHP’ê Gulseren Onanç da zanîn ku CHP nikare polîtîta helberîne û got: "Polîtîkayên CHP'ê êdî hêvî nadin gel. Hêvî dikim ku di pêvajoya komcivînê de ne tenê guhertina serokê partiyê, pergala partiyê divê ji binê de biguhêre."
Koma HDP’ê ya Meclîsê, di encama nîqaşên di çarçoveya diyar kirina xeta polîtîk a serdama nû de ku 3 rojan li kampê bi rêve birin de, biryara dê li Meclîsê muxalîftî bikin û bi gel re jî dê têkoşînê bihûnin derket holê.
Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu ê bi boneya li dijî operasyona Efrînê derket û hat girtin û piştî 5 mehan tahliye bû diyar kir ku hinceta girtina wî tenê ne aştîxwazî bûye û her wiha dewletê xwestiye bi girtina wan hesab bixwaze.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Agiriyê axivî û got: “3 hevalên me li Pirsûsê li ber çavê hemû kesî qetil kirin. Malbat neçar ma ji Pirsûsê koç bike. Ez carek din bang li dozgeran dikim, wezîfeya xwe bikin. Kî gefan li Emîne Şenyaşar dixwe lêpirsînên pêwîst bidin destpêkirin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, diyar kir ku li dijî faşîzma bi sazî bûyî, tekan hevî HDP ye û got: “Ji xwe rewşa CHP û partiyên mûxalîf li holê ye. Emê di serdam nû de bi gel re têkoşîna xwe mezin bikin. Mîna Birêz Ocalan jî gotî ger pirsgirêka Kurd çareser nebe, dê Tirkiye ber bi zinarê ve biçe.”
Pêşniyarqanûna ku dê heta 3 salan şûna Rewşa Awarte ya qaşo bi awayekî fermî hatiye rakirin bigire, îro tê Lîjneya Giştî ya Meclisê û dê bê gotûbêjkirin. Heke pêşnûmaqanûn bê qabûlkirin, dê pêkanînên ku ji aliyê muxalefetê ve wek ‘Rewşa Awarte ya Mayînde’ tê penasekirin, dê berdewam bikin.
Siyasetmedar Dr. Faîk Gulpî der barê yekitiya neteweya kurd diyar kir ku hin hizbên kurdan ji ber ku berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê kurd re dibîne ji yekîtiyê dûr dikevin û bêtir di xizmeta dewletên desthilatdar dikin. Dr. Gulpî bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got hêzên desthilatdar ên naxwazin fikrên Ocalan belav bibin di tecrîdê de israr dikin, lê êdî fikrên Ocalan belav bûne û tecrîd ne çareserî ye.
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, mijara hevalê wezîrê xezîne û darayiyê û profesorê salekê Nûrî Aydin ku beriya çend rojan wek rektorê Zanîngeja Stenbolê hat peywirdarkirin, bir meclisê.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temllî, diyar kir HDP dê hemû mûxalifeta xwe nexe parlamentoyê û got: "Berevajî, emê li tevahiya Tirkiyeyê mafê xwe biparêzin, têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê mezin bikin û em ê muxalifetê li hemû qadan bihûn in."
Kemal Bulbul diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka elewiyan nikare bi nasîna statuya malen cemên bê sînordarkirin û wiha got: “Ji bo çarseriyê ji makeqanûnê heta perwerdeyê pêwîstî bi guhertine zihniyete heye. Em ê jî ji meclisê heta kuçeyê li her qadê têkoşîna vê yekê bidin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Wanê axivî û got: “Nexşerê ji bo gelê me û siberoja Tirkiyeyê xwedî wate û girîngiyê ye. Em ê li dijî Rewşa Awarte ya mayînde têkoşînê xurt bikin. Em ê li cem malbatên xwe yê zarokên wan jiyana xwe ji dest didin bin.”
Berdevkê HDP’ê Sarûhan Oluç der barê pêşnûme qanûna ku AKP’ê piştî rakirina Rewşa Awarte dixwaze bixe meriyetê axivî û got AKP’ê dixwaze pekanînên Rewşa Awarte di pêşnûme qanûnê de bi cih bike û bi vî rengî Rewşa Awarte mayînde bike.
Parlamenterên HDP’ê li Wanê ketin kapma 3 rojan. Di roja ewil a kampê de jin li hev kom bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di kampê de axivî û got: “Em ê di kampê de xeta têkoşînê diyar bikin. Em ê li dijî rejîma yekperest têkoşînek xurt a jinan bidin destpêkirin.”
Wekîlê Serokên Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen li Meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got: "Dirêjkirinên 3 mehî diqedin lê vê carê dirêjkirinên 3 salî têne destpêkirin."