5 fezlekeyên din ên ‘parêzbendiyê’ ji Meclisê re hatin şandin
- polîtîka
- 14:51 13/3/2024
Fezlekeyên ji bo rakirina parêzbendiyên 5 parlamenterên DEM Partî û TÎP’ê hatine amadekirin ji Serokatiya Meclisê re hatin şandin.
Fezlekeyên ji bo rakirina parêzbendiyên 5 parlamenterên DEM Partî û TÎP’ê hatine amadekirin ji Serokatiya Meclisê re hatin şandin.
Namzetên Hevşaredariya Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî destnîşan kirin ku ew ê bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin û wiha gotin: “Em ê di şeva 31’ê Adarê de qeyûman bişînin."
Hevberdevkê Komîsyona Hilbijêrên Livdar a Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê Mehmet Ûçar diyar kir ku ew li ser 110 navendan hût bûne û destnîşan kir ku qeyda dengdêrên livdar wê heta 27'ê adarê dewam bike. Ûçar bang li hilbijêrên ku hêj qeyda xwe çênekirine kir û got: "Dê dengek hîleyan xera bike."
Hevserokên Giştî yê DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir li Êlihê tev li xebatên hilbijartinê bûn û bang li gel kirin ku piştgiriyê bidin namzetên bajar ên bi ruhê seferberiyê kolan bi kolan dixebitin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li bajaroka Bulamê ya Semsûrê ji gel re axivî û wiha got: “Em ê erdhejê bînin bîra xwe û wisa biçin ser sindoqan. Em ê kesên ev bi serê me anîn ceza bikin.”
DEM Partî di hilbijartinê de li Qersa ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e. Namzetên Hevşaredariyê Arzû Savaş Derman û Kenan Karahanci destnîşan kirin ku ew dixwazin projeyên ji ber qeyûm nîvco mabûn temam bikin.
Ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê 20 roj man û DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Piştgiriya gel a bi partiyê re roj bi roj zêdetir dibe. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî tev li xebatan bûn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Bedlîsê axivî û wiha got: “Pêdiviya vî gelî bi tank û topan nîne. Pêdiviya wan bi aştiyeke birûmet heye.”
Di deklarasyona Newrozê ya Stenbolê de wiha hate gotin: “Dem dema çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Ji bo azadî û serkeftinê dema rabûna ser pêyan e.”
Namzetên Hevşaredariyê yên Qereyaziyê yên DEM Partiyê Bahar Goksu û Fûat Tûtkûn diyar kirin ku armanca wan ew e ku li Qereyaziyê bi dengekî zêde şaredariyê bidestbixin û diyar kirin ku hedefa wan a ewil îstîhdam e.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li navçeya Curnê Reş a Rihayê di hevdîtina bi gel re de axivî, bal kişand ewlehiya hilbijartinê û wiha got: “Em ê sindoqan weke çavên xwe biparêzin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Xîzanê axivî û wiha bertek nîşanî îktîdarê da: “Destên van li hewa, serê wan ser cilnimêjê û aqilê wan li ser heramiyan e.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan serdanên xwe yên li Sêrtê didomîne. Bakirhan, wiha got: “Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin, li Weysel Qeranî jî duayan dikin. Li dijî her hilbijêreke heram, divê em du hilbijêrên helal bînin.”
Welatiyên Mûşê diyar kirin ku li bajêr tu feydeya şaredariyê negihaye wan û destnîşan kirin ku ew alîgirê guhertinê ne. Mûşiyan got: “Em dixwazin ji zîhniyeta AKP’ê xelas bibin. Rêya xelasiyê DEM Partî ye."
Namzetên Hevşaredariyê yên ÎBB’ê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî di çarçoveya bernameya “Rûyên Ciwanan” de hatin ba hev. Beştaş destnîşan ku desthilat ser ciwanan, taybetî jî ser ciwanên kurdan polîtîkayên şerê taybet dide meşandin û anî ziman ku desthilat dixwaze bi vî awayî ciwanan bi hişbirê re pûç bike.