Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
- polîtîka
- 17:56 09/3/2024
Namzetên Hevşaredariyê yên ÎBB’ê yên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî di çarçoveya bernameya “Rûyên Ciwanan” de hatin ba hev. Beştaş destnîşan ku desthilat ser ciwanan, taybetî jî ser ciwanên kurdan polîtîkayên şerê taybet dide meşandin û anî ziman ku desthilat dixwaze bi vî awayî ciwanan bi hişbirê re pûç bike.