Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê civiyan
- polîtîka
- 11:56 14/6/2023
Nûnerên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê piştî hilbijartinê cara ewil e li hev civiyan.
Nûnerên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê piştî hilbijartinê cara ewil e li hev civiyan.
Civîna hevpar a MYK’a HDP û Partiya Çepên Kesk dest pê kir.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku hewceyî bi siyaseteke Kurdistanî heye û wiha got: “Siyaset bêyî gel nabe.” Ocalan xwest tectecrîda li ser Abdullah Ocalan jî demildest were bidawîkirin.
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, destnîşan kir ku faşîzm wê li kolanê were têkbirin û diyar kir ku dê di pêvajoya nû de bi perspektîfa rêya 3’yemîn wê xeta têkoşînê bihûnin.
Tuncer Bakirhan ê HDP’î diyar kir ku ji xeta Rêya Sêyemîn dûr ketine lewma nekarin armancên xwe pêk bînin û wiha got: “Mirov nikare xeletiyên heyî yek bi yek li kesan bar bike. Divê em têkoşîna hevpar û siyaseta jinûveavakirinê bi hev re xurt bikin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê diyar kir ku xetên rêya sêyemîn ên siyasî hene û got: “Em li vir in, diaxivin, rexne bikin, xwe rexne bikin. Em ê berpirsiyariyan bêkêmanî bînin cih û li rêya xwe berdewam bikin.”
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar di daxuyaniya ewil a li Meclisê de bal kişand ser Nobeda Edaletê û bang li Wezîrê Dadê yê nû kir ku xwedî li sonda xwariye derkeve û got: “Em dixwazin bêedaletî bi dawî bibe.”
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek û Mehmet Kamaç çûn serdana Rojnameya Yenî Yaşam, Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ridvan Tûran bal kişand ser polîtîkaya şer, kur û faîzê û wiha got: “Heta ku çavkaniyên ji bo şer tên veqetandin neyên qutkirin, mimkin nîne ku Supermen bikarin aboriya Tirkiyeyê ji vê krîzê xelas bikin.”
Berdevkê CHP’ê Faîk Oztrak da zanîn ku biryar hate dayîn ku ji îro ve pêvajoya kongreyê were destpêkirin.
Partiya Çepên Kesk ji bo Serokatiya Meclisê, Parlamentera Edeneyê Tulay Hatîmogûllari weke namzet nîşan da. Serlêdana Hatîmogûllari pêşkeşî Sekreteriya Giştî ya Meclisê hate kirin.
CHP’ê endamên xwe yên MYK’ê ji nû ve diyar kir.
Li Meclisê vê hefteyê dê pêvajoya hilbijartina Serokatiya Meclisê dest pê bike.
Meclisa Partiyê ya CHP’ê bi serokatiya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû dest pê kir.
Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Mehmet Nûrî Ozdemîr, diyar kir ku tifaqa bi HUDA PAR'ê re ku "aqilê dewletê" ye, ji bo qelskirina siyaseta kurd hatiye kirin û got: "Ev yek di ser partiyên kurdî re dihat kirin, lê encam negirtin. Dê ji niha û pê ve jî encamê negirin."