Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
- polîtîka
- 17:08 13/9/2023
Dîrok û cihê 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî ku dê Partiya Çepên Kesk li dar bixe diyar bû.
Dîrok û cihê 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî ku dê Partiya Çepên Kesk li dar bixe diyar bû.
Partiya Çepên Kesk encamnameya konferansa xwe ya du rojan eşkere kir. Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Ji bo em jiyana nû ya ku bingeha paradîgmaya me ye ava bikin, em ê bi hemû rêxistinên xwe yên navendî û xwecihî re, bi hemû pêkhateyên xwe re, bi hemû kesayetan re ji bo heyama nû bi bawerî û biryardarî dimeşin. Rêya me Rêya Sêyemîn e.”
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk ji bo nirxandina konferansan, polîtîkaya tifaqan a partiyê û amadekariyên kongreyê civiya.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tiryakî destnîşan kir ku heta tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin dê pirsgirêka kurd jî neyê çareserkirin û tecrîd pirsgirêka 58 milyon welatiyan e.
Di konferansa Partiya Çepên Kesk de ku du rojan dewam kir, 24 biryar hatin girtin. Bênavber têkoşîan li dijî tecrîda li Îmraliyê û di hilbijartinan de ji aliyê gel ve diyarkirina namzetan hin ji van biryaran e.
Hat diyarkirin ku di civînên gel, komxebat û konferansan de ji bo navê navê nû yê li Partiya Çepên Kesk were kirin, herî zêde pêşniyaza navê Partiya Gelan a Demokratîk (DHP) hatiye kirin.
Delegeyê Kongreya Partiya Çepên Kesk Emîr Alî Turkmen diyar kir ku ew ê destpêkek nû bikin û got: “Em ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan polîtîkayên bi bandor bikin.”
Partiya Çepên Kesk dê konferansa xwe ya mezin li Navenda Çanda Nazim Hikmet li dar bixe.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren diyar kir ku li girtîgehan hiqûqa dijminatiyê tê pêkanîn û got ku partiya wan li dijî tecrîda Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweş amadekariyên kampanyayekê dike.
Partiya Çepên Kesk ku tê payîn di nîvê meha cotmehê de kongreya xwe li dar bixe, di hilbijartina xwecihî ya li pêşiya me de heta ku pêşhilbijartinê neke dê êdî namzetên xwe diyar neke. Namzet dê di encama lihevkirinek berfireh de bên diyarkirin.
Ji avakarê Partiya DEVA’yê Ahmet Faruk Unsal li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal rexneyên xwe têkildarî Alî Babacan parve kir û daxuyand ku ji partiya xwe îstîfa kiriye.
Hevserokê Giştî yê HDPê Cahît Kirkazak diyar kir ku divê li dijî Peymana Lozanê, peymaneke civakî hebe û wiha got: “Îradeya ku dê vê pêk bîne jî gelê kurd, HDP û Partiya Çepên Kesk e.”
Mûrat Yargi yê DBP’î destnîşan kir ku ew li Êlihê ji bo kongreyê amadekariyan dikin û wiha got: "Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin."
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sûltan Ozcan diyar kir ku dê partiya wan sazûmaniya xwe biparêze û wiha got: “Em ê hemû tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin.”