Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
- panorama
- 11:18 29/12/2023
Ciwanên ku bi polîtîkayên şerê taybet bûn hedef, li dijî tecrîd, şer, krîza aborî û polîtîkayên koçkirinê sala 2023’yan bi berxwedanê derbas kirin.
Ciwanên ku bi polîtîkayên şerê taybet bûn hedef, li dijî tecrîd, şer, krîza aborî û polîtîkayên koçkirinê sala 2023’yan bi berxwedanê derbas kirin.
Polîtîkayên desthilata AKP'ê ku xizmeta tenduristiyê veguherandin tiştekî bazirganiyê, bûn sedem ku di salekê de hezar û 964 bijîşk derkevin derveyî welêt û zêdeyî 9 hezar xebatkarên tenduristiyê rastî tundiyê bên.
Welatiyên Tirkiyeyê di sala 2023’yan de hîn bêhtir xizan û deyndar bûn û mehkûmî alîkariyên civakî hatin kirin. Prof. Dr. Mûstafa Durmuş diyar kir ku dê ev rewş di 2024’an de jî bidome û wiha got: “Xwe ji bo têkoşîna hevpar amade bikin.”
Bajarên beton ên ku ji aliyê rantxwiran ve hatine afirandin, di sala 2023'yan de ji mirovan re bûn gor. Cîhana ku hevsengiya wê ya ekolojiyê hat serobinokirin, gava bi erdhej û lehiyan hejiya, sala 2023'yan ji bo xwezayeke jiyanwer bi têkoşînê derbas bû.
Karkerên ku di sala 2023’yan de li dijî betalî, xizanî û bêrêxistinbûyînê li ber xwe dan, gelek destkeftî bi dest xistin.
Sala 2023’yan ku bi Şerê Rûsya-Ûkraynayê dest pê kir, bi ji nû ve destpêkirina Şerê Îsraîl-Fîlîstînê re diqede. Saleke ku bi kaos û xizaniya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku hêzên hegemon kûrkirin bi xwe re anî, bû şahidê kêfxweşiya kêmaniyan û hilweşina mirovahiyê.
Ji aliyê çand û hunerê ve sala 2023’yan hem bû vejînek, hem jî bû sala astengî û qedexeyan. Hunermend û yek ji rêvebera KASED’ê KASED’ê Devrîm Demîr bal kişand ser qedexeyan û wiha got: “Di sala 2023’yan de bêtehemûliya li dijî çand, ziman û hunera kurdî ya alternatîf derket asta herî jor, lê li gel vê yekê vejînek jî pêk hat.”
Li girtîgehên ku hikûmet gelek caran pesnê wan dide, di nava salekê de hema bêje tu maf nemane ku nehatine binpêkirin. Herî kêm 4 hezar û 904 binpêkirinên mafan pêk hatin, 34 girtiyan jiyana xwe ji dest da û berdana 245 kesan jî hat taloqkirin. Herî dawî bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" greva birçîbûnê dest pê kir.
Kurdên ku bûn hedefa êrişên topyekûn ên AKP'ê, daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd, mohra xwe li sala 2023'yan xistin.
Sala 2023’yan ji bo jinên ku li her qadê li dijî êrişan têdikoşin bû sala berxwedanê. Jin, li dijî polîtîkayên zayendîparêz yên AKP’ê û pergala mêrsalar, têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina jiyaneke nû, wekhev û azad bênavber domandin.
Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û 33 meh in agahî jê nayên girtin, ji serê salê ve dest pê kirin û bi kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li çar aliyên cîhanê belav bû.
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku tevî hemû êrişên pergala mêr-serdest jî di sala 2022’yan de li her qadê li ber xwe dan û wiha got: “Di her 365 rojên salê, di her hefte û di her saeta salê de jinan li ber xwe dan. Dê sala 2023’yan bibe sala bidawîkirina tecrîdê, vekirina deriyên girtîgehan û sala serkeftinê.”
Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî got ku siyaseta Tirkiyeyê sala 2022’yan bi tecrîd, şer û operasyonên tesfiyekirinê derbas kir û wiha got: “Ev siyaset ji bo tu pirsgirêkan nabe çareserî. Dê sedsala duyemîn bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike. Ev yek jî bi fikrên birêz Abdullah Ocalan pêkan e.”
Polîtîkaya necezakirinê mohra xwe li sala 2022’yan da. Li girtîgehan herî kêm 75 girtî hatin qetilkirin, dozên têkildarî cînayetên kiryarnediyar yek bi yek ketin, cînayetên jinan û qedexeyên li ser zimanê kurdî zêdetir bûn.
Berxwedana “Jin, jiyan, azadî” ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê 3 meh li pey xwe hişt. Di êrişên rejîma Îranê de heta niha 469 kes hatine qetilkirin, 15 hezar kes hatine binçavkirin û 2 ciwan jî hatin bidarvekirin. Rojnameger Êrfan Geylanî da zanîn ku agirê ku jin û ciwanan vêxistî rejîm ji bingehê ve hejandiye.