ÎDIR - Walîtiyê, ajelvanên dixwestin derbasî zozanên Erdexanê bibin asteng kir. ji ber astengiya walîtiyê, bi dehan ajel ji tî û birçînan mirin. Gelek ajel jî nexweş bûn.
Ajelvanên Îdirî ku ber bi zozanên Erdexanê yên ji xwe re kirê kiribûn ve diçûn, li têketina Erdexanê hatibûn astengkirin û ev astengî hêj didome. Ji ber astengiya leşkeran, gelek ajel ji tî û birçînan mirin û hin jî nexweş bûn. Ajelvanên Îdirî, her sal bi hatina biharê re ji bo çêrandina pezê xwe berê xwe didin zozanên Erdexanê. Ajelvan, beriya ku ber bi zozanên ji bo wextekê salê kirê dikin ve biçin, li Midûriyeta Çandiniyê Bajar kontrola tenduristiyê, zayend û hwd. kirin, guhar xistin guhên pezê xwe û destûra pêwîst girtin. Lê belê çûna ajelvanan di têketina Erdexanê de hate astengkirin. Sedema wê jî fermana walîtiyê ya “Divê ajelên ji bajarên din derbasî bajar nebin” hate nîşandan.
Yek ji ajelvanên hatiye astengkirin jî Abdullah Işik e ku li gundê Tazekoy ê navçeya Başko ya îdirê dijî. Işik, ji bo xwe zozanên gundê Arpeşenî yê navçeya Mêrdînîk a Erdexanê kirê kir. Hemû belgeyên xwe temam kir û di 20’ê Gulanê de ber bi zozanê ve bi rê ket. Işik, da zanîn ku tevî heqê şivanan, 2 milyon û nîv TL pere xerc kiriye. Işik, got ku 445 mihên xwe li 2 TIR’an bar kiriye û bi rê ketiye. Işik, da zanîn ku piştî li Midûriyeta Çandiniyê ya Îdirê ji bo sewqiyatê belgeyên pêwîst girtin, saet di 12.00'ê de bi rê ketine û saet di 20.00’ê de gihiştine Noqteya Kontrolê ya Leşkerî ya Demîrkapiyê ku girêdayî navçeya Mêrdînîkê ye. Işik, bi lêv kir ku bi saetan li noqteya kontrolê hatine sekinandin û ev tişt anî ziman: “Tevahiya ajelên me yek bi yek kontrol kirin. Bi hûr û kûr li belgeyên me nihêrtin. Ji ber guharên 4 mihan, ceza dan me û paşve şandin.”
27 MIH MIRIN
Işik, bi domdarî got ku leşkerên li noqteya kontrolê ji bo ceza li wan bibirin hincet derxistine û ev tişt anî ziman: “Guharên pez ên ceza ji ber hatiye birîn ne yên pezê me ne. Me ji rayedarên Midûriyeta Çandiniyê ya Bajar re got; ‘pezê ji ber guharan ceza lê hat birîn ên me nînin. Di wesayîta me de bi pezê bi vê hejmarê tune ye.’ Lê dîsa jî nehiştin em derbas bibin. Ji bo kirariyan em di bin çavdêriya leşkeran de ji ewil çûn Qersê, ji wir derbasî Dîgorê bûn, ji wir çûn Qulp û ji wir jî derbasî noqteyên leşkerî yên Îdirê hatin kirin. Nehiştin em bêhna xwe jî vedin. Ajokar bêxew in û bi saetan bi vî awayî wesayît ajotin. Xwedênegire dikarîbûn qeza jî bikirana. Dema me ji bo bêhnvedanê destûr dixwest, nehiştin.”
AJELVAN TÊN MEXDÛRKIRIN
Işik, destnîşan kir ku pezê wan bi saetan di wesayîtê de tî û birçî hatine hiştine û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber vê jî 27 mihên me mirin û 20-30 heb jî bi zerikê ketin. Welatiyên karê xwedîkirina Ajelan dikin bi awayekî sîstematîk tên mexdûrkirin. Ji bo me paşve bişînin, bi neheqî ceza dan me. Ew pezê ji ber wan ceza li me hatiye birîn jî yên me nînin. Ji me re dibêjin ‘neyên vê derê.’ Nahêlin em biçin zozanan. Bi dehan pezê me di rêde mirin. Em bangî rayedaran dikin. Weke kesên pez xwedî dikin em tên mexdûrkirin. Bi keyfî asteng dikin. Têkildarî mijarê me li Walîtiya Îdirê gilî kir. Em dixwazin ev mexdûriyeta me were bidawîkirin.”
MA / Omer Akin