‘Em ê xwedî li mîrasa wan derkevin’
Di bernameya ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurd hat lidarxistin de, soza xwedîderketina li mîrasa wan hat dayîn.
Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga 'mafê hêviyê'
Ji Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya “Komîteya Azadî ji bo Abdullah Ocalan” 28 partiyên siyasî, rêxistinên civakî û kesayetan nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand û daxwaza bicihanîna "mafê hêviyê" ji bo Abdullah Ocalan kir.
Pakrawanên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn HATE NÛKIRIN
Bîranînên ku li gelek bajaran ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê tên lidarxistin, bi dirûşman dest pê kir.
Komkujiya Garê di meha 131’emîn de ye: Ji bo Savaş Yildiz beşdarî danişînê bibe bang hat kirin
Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê di meha 131’an ya Komkujiya Garê ya Enqereyê de li cihê komkujiyê çalakî li dar xist. Berdevkê Komeleyê Îshak Kocabiyik ji bo di 25’ê Îlonê de bersûc Savaş Yildiz tev li danişîna bibe bang kir.
Girtin, surgûn û mirin: Çareserî wekheviya destûrî ye
Şafî Hayme ku di pêvajoya pevçûnan de zarokekê xwe winda kiriye, zarokekî wî di girtîgehê de ye û zarokekî wî jî li surgûnê ye, diyar kir ku ji bo aştiyê divê Kurd di destûra bingehîn de xwedî mafên wekhev bin.
‘Ji bo mafên ziman û çandî divê rêxistinbûn bê xurtkirin’
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziya Alparslanê diyar kir ku qanûna çarçoveyî ji bo pêvajoyê gaveke girîng e lêbelê ji bo mafê ziman û çandî kêm e û got: "Ji vir û şûn a ku divê bê kirin xurtkirina xebatên rêxistinkirî ye."
Xelkê Wanê: Bêyî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê pêbaweriya bi pêvaoyê çênebe VÎDEO NÛÇE
Welatiyên Wanê, der barê pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, gotin: "Heta ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan neyê misogerkirin, dê bawerî bi samimiyeta dewletê neyê."
Li Rojava protestoyên ji bo perwerdehiya zimanê dayikê berdewam dike
Li Girkê Legê ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya têkîldarî zimanê Kurdî, xwendekar û malbatên wan daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de daxwaza misogerkirin mafê perwerdeya bi zimanê dayikê hat kirin.
Hejmara Kovara Ozgur Halkê ya Îlonê derket
Hejmara 8'emîn a Kovara Ozgur Halkê bi berga, “Jin Jiyan Azadî: Heta Heqîqeta Jinê Nayê Famkirin Heqîqeta Civakê Nayê Famkirin” derket.
Mizrakli serdana goristanan kir
Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli li Goristana Yenîkoy a Amedê serdana gorên dayik û bavê xwe û gelek kesan kir.
Pakrawanên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn: Divê mîmarê aştiyê azad bibe VÎDEO NÛÇE
Welatîyên ku beşdarî bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bûn, biryardariya têkoşîna ji bo aştiyê destnîşan kirin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.
Pakrawanên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn
Bernameya bîranîna ku li Êlihê ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurd de di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane di roja xwe ya duyemîn de bi meşê dest pê kir.
'Mafê zimanê zikmakî bingeha aştiya civakî ye'
Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Lokman Babat, diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî û di xizmetên cemaweriyê de bikaranîna zimanê zikmakî mafek e û got: "Ger mirovek nikaribe zimanê xwe yê zikmakî bi kar bîne, ev binpêkirina mafên mirovan e."
Piştî 29 salan birayê xwe bi bîr anî: Em aştiyê dixwazin
Xwişk û birayên Nebî Çelîk ê PKK'yî yê ku di sala 1994'an de tevlî têkoşîna azadiyê ya Kurd bû û jiyana xwe ji dest da, diyar kirin ku ciwanên Kurd bedêlên giran dane û gotin ku daxwaza wan aştî ye.