* Mehmet Bayrak diyar kir ku bi banga Abdullah Ocalan û geşedanên piştre re hewceye komar were demokratîkkirin û got. “Di qonaxa heyî de hewceye pêvajoya çareseriya aştiyane û demokratîk were lezandin. Ji bilî vê tu çareseriyek nîne. Yên berevajî vê tevdigerin dê xiyanetê li welat jî bikin.”
* Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku hewceye yasa û destûra bingehîn a rê li ber pirsgirêka Kurd vedikin tavilê bên guherandin û şertên Abdullah Ocalan jî weke şertên muzakerevanekî bên guhertin.
*Rojnameger Engîn Yurtsever diyar ji bo biryara vekişandina hêzên xwe ya Tevgera Azadiyê ya Kurd got “di pêvajoya aştiyê de qonaxeke stratejîk hate derbaskirin” nirxand û got: “Lê hêj jî dewletê tu gavek neavêtiye.”
*Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglû bal kişand ser biryara vekişînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd û got: “Tekane karê ku divê cidî were kirin ew e ku Şertê Rêveberiyên Xwecihî ya Ewropayê bikeve meriyetê û ji bo vê çarçoveya yasayî were avakirin.”
*Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin dê were şopandin.
* Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê dê bi dirûşma “Bi destê jinê darberûyek hezar hêvî” dê li “Qada Daristanê ya Jinê” dar bên danîn. (10.00)
*Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Hotêla Hîltonê ya li Enqereyê daxuyaniyê bidin. (11.00)
