Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
- analîz
- 09:31
Reqaya ku bi komunan ji nû ve di nava xweliyên xwe de geş bûye, şopa wêraniyê lê nemaye û bi 3 zimanan xizmetê dide. Hevserokê Meclisa Gel Mişlep Turkan got: "Min qet nedianî bîra xwe ku ez ê rojekê bi jinekî re bajêr bi rê ve bibim." Hevseroka Meclisa Gel Hêvîn Îsmaîl jî diyar kir ku, "Em ji kesên ku malbatên me tune kirine re dibêjin ‘Hûn bi xêr hatin.’ Ji ber ku em dixwazin îdeolojiya hatiye bicihkirin biguherînin."
