Li Licikê beriya danişînê meşa edaletê hat lidarxistin
Malbatên kesên di karesata madenê ya li Licikê de jiyana xwe ji dest dabûn, beriya danişînê meşek li dar xist û xwestin berpirsyar bên cezakirin.
Li Çermûgê dîmenên berfê
Berfa li Çermûgê bariyayî, tevî berhemê dîrokî rê li ber dîmenên rengîn vekir.
Li Şirnexê serlêdanên ÇED’ê yên 3 salên dawî ji yên 9 salan zêdetir in
Di 13 salên dawî de li Şirnexê ji bo lêgerîna madenan 724 serlêdanên ÇED’ê hatin kirin. Balkêş e ku ji van serlêdanan jê 408 tenê di 3 salên dawî de hatine kirin. Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram got: "Divê dev ji nêzîkatiya talanker berdin."
Ji bo betalkirina projeya bendavê ya li ser Çemê Zorê serî li AYM’ê dan
Bi daxwaza betalkirina rapora ÇED’ê ya ku destûrê dide li ser Çemê Zorê HES were çêkirin, serlêdan hatibû kirin. Piştî redkirina serlêdanê, îcar jî serî li AYM’ê hate dayin.
Kampanyaya ku Bakur û Başûr gihande hev: Li Herêma Kurdistanê dê darên berûyê bên danîn
Kampanyaya "Tu jî berûyek berhev bike, tu jî berûyek biçîne" ku ji bo balkişandina ser deverên ekolojîk ên ku ji ber şer û operasyonên leşkerî li Kurdistanê wêran bûne hatiye destpêkirin, berfireh dibe. Tora Ekolojiyê ya Zagrosana, ku li Herêma Federe ya Kurdistanê kar dike jî tevlî xebatan bû. Tora Zagrosane dê giraniyên li deverên bêjahî yên ku ji dagirkerî û pevçûnan bandor bûne berû berhev bike û wan biçîne.
Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
Bi barîna berfa ewil a salê re Sûrên dîrokî yên Amedê jî bi rengê berfê xemilî. Li Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze derketin holê.
GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
Îdareya Taybet a Pêrtagê, projeya GES’ê ya li navçeyê ku hêj pêvajoya yasayî temam nebûbû hatibû çêkirin, mohr kir. Şêniyên herêmê xwestin proje bi temamî were betalkirin û gotin: “Heke GES temam bibe dê ji bo me jiyana gund bi dawî bibe.”
Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
Ji xeta 51 kîlometreyî ya Kanala Şamran a dîrokî tenê 3 kîlometre ji aliyê DSÎ’yê ve ji şaredariyê re hate dewrkirin, beşek mezin a ava wê jî ji bo HES’ê hate veqetandin. Ev rewş bû sedema hişkbûna baxçeyên dîrokî û zirar dîtina kanalê. Şaredariya Artemêtê ji bo dewrkirina kanalê hewildanên xwe didomîne.
Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
Şaredariya Pêrtagê, 350 donimê erd di çarçoveya projeya GES’ê de ji bo 49 salan ji şîrketekî taybet ra da kire.
Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
Mehmet Çakarê 76 salî ku li hemberî qirkirina ekolojîk a li Şirnexê, li quntara Çiyayê Cûdiyê bi gopalê xwe çal koland û "tovên hêviyê yên pêşerojê" çand, got: “Jiyan ji me re nehiştin”, Halîme Baykayayê jî peyama “Em ê çiyayên xwe ji nû ve şîn bikin” da.
Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
Li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Şirnexê, bi dirûşma “Tovên hêviya pêşerojê”, tovên darberûyê hatin danîn.
Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Fadîl Tay anî ziman ku ew ê ji bo têkoşîna li dijî qirkirina ekolojiyê ya li quntarên Çiyayê Cûdî 50 hezar darên berûyê biçînin û got: "Em li bendê ne ku sibê her kes li Silopiyayê li dijî zîhniyeta ku daristanan talan dike û jiyanê tune dike rabe."
Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê ku çavkaniyên avê yên girîng ji bo Geverê ne û Çemê Zapê xwedî dikin, bi gefên projeyên HES'ê re rû bi rû ne. Her çend ji bo Rûbarêşînê biryara "ÇED erênî ye" hatibe dayîn jî, ji bo Çemê Sergenê projeyeke HES'ê hat amadekirin.
Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn
Li gundên Çelê yên qedexe ku lêgerîna madenan lê tê kirin û qadên petrolê lê tên vekirin, welatiyan bertek nîşan dan û gotin: "Em talanê naxwazin, em dixwazin gundên xwe ava bikin."