Îsraîlê êrişî dibistanê kir: Herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 09:43 26 Gulan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî dibistaneke li Xezeyê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê berdewam in. Îsraîlê, şevê din êrişî Dibistana Fahmî El-Cergavî ya li Xezeyê ku sivîlên ji warê xwe bûn xwe spartibûnê, kir. Li gorî nûçeya BBC'yê; parastinan sivîlan a di bin rêveberiya Hamasê de ragihand ku piştî êrişê herî kêm 20 cenaze ji dibistanê derxistine û hinek cenaze şewitîbûn. Hat ragihandin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dayin de gelek zarok hene. Di êrişeke din a li dijî Xezeyê de jî herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê, piştî êrişa Hamasê ya di 7’ê Cotmeha 2023’yan ku hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, dest pê kiribûn. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha herî kêm 53 hezar û 939 kesan di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan ku ji wan 16 hezar û 500 kes zarok in.