Di hilbijartinên Venezuelayê de dîsa partiya Maduro bi ser ket

  • cîhan
  • 10:40 26 Gulan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Venezuelayê hilbijartin hat lidarxistin. Rêjeya tevlibûnê ji sedî 42 bû û di hilbijartinê de koalîsyona bi serokatiya Maduro bi ser ket. 
 
Li Venezuelayê deh meh beriya hilbijartinên serokatiyê, partiya Serokdewlet Nicolas Maduro di hilbijartinên xwecihî û qanûndanînê yên 25'ê Gulanê de bi ser ket. 
 
Li gorî daneyên fermî yên Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî ya Venezuelayê, Partiya Sosyalîst a Yekbûyî ya Venezuelayê (PSUV) a bi serokatiya Maduro ji 24 eyaletan li 23 eyaletan walîtî qezenc kir.
 
Tenê eyaleta Cojedesê di destê muxalefetê de ma. Di hilbijartinên qanûndanînê de jî lîsteyên neteweyî yên tifaqa Maduro ji sedî 82.68 ê dengan bi dest xist. Jimartina dengan dewam dike.
 
RÊJEYA TEVLIBÛNÊ JI SEDÎ 42 BÛ 
 
Li gorî daneyan, rêjeya tevlibûna hilbijartinan ji sedî 42 bû. Lê belê muxalefet îdia dike ku tevlibûn gelekî kêmtir e. Hate îdîakirin ku gelek navendên dengdanê yên li paytext Caracasê vala bûn. Li gorî anketa Delphos a beriya hilbijartinê, tevlibûna li hilbijartinê wê ji sedî 16 bûya.
 
Siyasetmedarê muxalîf ê nêzî Maria Corina Machado, Juan Pablo Guanipa jî di nav de 70 kes beriya hilbijartinê hatin binçavkirin. Guanipa bi îdiaya endametiya li “tora terorê” û hewldana sabotekirina hilbijartinê hate sûcdarkirin.
 
Li tevahiya welêt zêdetirî 400 hezar wezîfedarên ewlekariyê di hilbijartinê de hatin erkdarkirin.