NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Nayîf Şemo diyar kir ku bi banga Abdullah Ocalan re têkoşîna wan hêj nû dest pê kir.
Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara xwefesixkirin û çekberdanê ya PKK’ê axivî. Nayîf Şemo, diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo avakirina civakeke demokratîk tevdigere û got: “Ev bangekî neteweyî û civakî ye.”
Nayîf Şemo, wiha domand: “Serok Apo ji bo avakirina civakeke demokratîk pir hewl dide. Dema em li mînakên cîhanê dinêrin, hin kesên îktîdarbûn û hikûmkirin ji xwe re kiriye kar hene. Lê fikr û ramanên Serok Apo vê qebûl nake û li dijî vê disekine. Li dijî hikûmkirinê, li dijî îktîdar û zextê, formula neteweya demokratîk pêş xist û pêşkeşî gelan kir. Divê hemû pergalên cîhanê bi awayekî demokratîk bên birêvebirin.”
'PEYAM RAST NAYÊ XWENDIN’
Bi domdarî Şemo destnîşan kir ku nêrîna ku bang tenê ji bo PKK’ê hatiye kirin xelet e û ev tişt anî ziman: “Ji bo bang rast were fêmkirin û cîbicîkirin, divê her kesî wekî hev bigihije mafên xwe. Piştî ku ev bang gihişt encama xwe, wê demê dê gel bikarin xwe bi xwe birêve bibin. Mesele ne berdana çekan. Serok Apo çend sal berê jî ev bang kiribû. Serok Apo xwestibû ku tevger xwe fesix bike, çekan berde û xwe veguherîne. Divê mirov ji bo vê şaş nemîne. Lê hin derdor vê bangê berevajî dikin. Di sala 2014'an de jî heman pêvajo pêş ketibû, PKK’ê agirbest ragihandibû û li Rojhilat çendek geşedan çêbûbûn. Niha heman pêvajo heye. Lê vê carê bêhtir baldar in. Mesele ne ew e bila PKK çekan berde û her kes biçe mala xwe ye. Di esasê xwe de têkoşîn hêj nû dest pê kir.”
'DIVÊ HER NÎJAD Û HER OL WERE NASKIRIN’
Nayîf Şemo, diyar kir ku divê di destûra bingehîn a nû de hemû gel û bawerî tê de cih bigirin û wiha pê de çû: “Ev pêvajo, bi banga Serok Apo dest pê kir. Dewleta Tirk mecbûr ma gavê biavêje. Di destûra bingehîna Tirkiyeyê de Kurd nayên naskirin. Baweriya Elewiyan, bawerî û miletên din nayên naskirin. He kes weke Tirk tê nîşandan. Divê di destûra bingehîn a nû de hemû gel bi nasnameya xwe bên naskirin. Ji bo avakirina destûra bingehîn a nû hewcehî bi demê heye. Ez dibêjim, bi serkeftina pêvajoyê re dê Serok Apo jî azad bibe.”
Nayîf Şemo, axaftina xwe wiha qedand: “Rêveberiya Xweser girêdayî PKK’ê nîne. Me êzidiyan ev rêveberî ava kir. Hêzeke me ya leşkerî heye. Ev jî YBŞ ye. YBŞ zarokên êzidiyan e. Gotinên ku dê YBŞ li Şengalê çekan deyne rast nînin. Ji ber ku Êzidiyan diparêzin. Gelek derdor niha dibêjin ‘PKK’ê çek danî dê vegere mala xwe.’ Tiştekî wiha tune ye. PKK fikreke, îdeolojiyeke. Ne tenê rêxistineke çekdarî ye. Rêxistineke li gorî fikr û îdeolojiya Serok Apo tevdigere ye. PKK ji hêla îdeolojîk ve qet belav nabe. Ev fikr dê têkoşîna xwe li ser zemîneke siyasî û hiqûqî bidomîne.”
MA / Zeynep Durgut