Jinên li Ewropayê însiyatîfek ava kirin: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê

  • jin
  • 09:51 27 Gulan 2025
  • |
img

STENBOL - Şîlan Emînoglû ku di nava Însiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî ya Ewropayê de cih digire diyar kir ku ew ê xebatên xwe bi komxebatê bi rêxistin bikin û wiha got: "Ez bawerim yekitiya jinan wê bandorên girîng li vê pêvajoyê bike."

 
Jinên Kurd ên li Ewropayê, damezrandina Însiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê ragihandin. Însiyatîfa ku ji partiyên Kurd, saziyên olî û baweriyan û saziyên jinan ên serbixwe pêk tê û jinan gotin ku ew îlhamê ji kevneşopiya têkoşînê ya ku Sarayan, Hevrîn Xelef û Şîrîn Elemhûlî li hev civandine, di 51’emîn salvegera wefata Leyla Qasim a yek ji sembolên berxwedanê yên jinên Kurd e ku di 12'ê Gulana 1974’an de ji aliyê rejîma Baas ve hat qetilkirin.
 
Berdevka Însiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Şîlan Emînoglû li ser armancên însiyatîfê û armanca damezrandinê axivî.
 
‘YEKITÎ HEBÛN E’
 
Şîlan Emînoglu anî ziman ku ew ji bo yekitî, têkoşîn û destkeftiyên jinên Kurd û parastina mîrateya wan hatine cem hev û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku bi banga ‘yekitî hebûn e’ yekitiya jinên Kurd ên ku bi darê zorê ji warên xwe hatine dûrxistin pêk bînin. Şîlan Emînoglu da zanîn ku ew mîrasa têkoşînê ya pêşengên mîna Zarîfe, Leyla Qasim, Zîlan û Bêrîtanan bi taybetî ji bo domandina hebûn, nasname û têkoşîna çandî ava kirine û weke jinên ku ji Kurdistanê koçî Ewropayê kirine wan ev înîsîyatîf ava kirine.
 
DÊ PROJEYÊN KU NÎVÇO MANE TEMAM BIKIN
 
Şîlan Emînoglu diyar kir ku têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye bingeha xebata wan, berê jî ji bo yekitiyê hewldanên bi heman rengî çêbûne lê ew kêm mane û wiha got: ''Projeya jinan a yekitiyê ya bi mebesta ku dîsa civakîbibe û mekanîzmayên ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin afirandî hewl hatibû dayin lê neqediyabû. Niha ev proje temam dibe.”
 
Şîlan Emînoglu têkildarî pêvajoyê wiha axivî: “Ez di wê baweriyê de me ku ji ber ku bingeha civakê li dora jinê ava bûye, yekitiya jinê dikare pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bike û tevkariyên girîng bike. Ji ber ku ji şerên rû didin herî zêde jin êşê dikişînin, weke xenîmetên şer li bazaran tên firotin. Mînaka herî girîng a vê yekê di êrîşên DAÎŞ'ê yên li hemberî jinên Êzidî de hat dîtin. Jinên Kurd li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê berxwedaneke bi heybet nîşan dan. Ev berxwedan û rêxistinbûyîn îro bûye sedema derketina şoreşa jinê ya li Rojava. Bi heman awayî li Rohilat ê felsefeya 'Jin jiyan Azadî' ku ji aliyê Jîna Emînî ve hatiye hûnandin, ji bo jinên Rojhilata Navîn û qada navneteweyî bûye çavkaniya îlhamê. Ev hemû pêwîst dike ku jin dîsa werin cem hev, nasnameya xwe ava bikin û civakê li dora wê nasnameyê biafirînin.”
 
Şîlan Emînoglu anî ziman ku ev înîsiyatîf ne perîyodîk e lê stratejîk e û di vî warî de xebatên xwe dimeşîne û bang li her kesê kir ki li nasname, ziman û çanda xwe xwedî derkevin û di nava înîsiyatîfê de cih bigirin.
 
PLANSAZIYA KOMXEBATÊ
 
Şîlan Emînoglu diyar kir ku ew plan dikin ku di dema pêş de komxebatekê li dar bixin û wiha got: "Di vê komxebatê de çar parçeyên pirsgirêkên ku jin li Kurdistanê pê re rû bi rû ne û çareseriyên hatine pêşniyarkirin, wê bi planeke ku ji wir hatiye pêşxistin, xebatan hê dewlemendtir bikin. Bi biryarên li vê derê re, di dema pêş de jin dikarin sîstemên xwe yên konfederal ava bikin û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Mesela hunermendên jin dikarin bên cem hev û sendîkayên xwe ava bikin. Her wiha xebatkarên tenduristiyê û ciwan jî bi heman awayî dikarin sendîkayên xwe ava bikin. Niha rojev pir dagirtî ye û ji geşedanên nû re vekiriye. Em ê jî di nava van pêşketinan de nexşerêya xwe bi xwe diyar bikin û çalakiyên xwe bi xurtî bimeşînin."
 
'DIVÊ ŞERT Û MERCÊN OCALAN BÊN BAŞKIRIN' 
 
Şîlan Emînoglu balê kişan ser rola jinan a vê pêvajoyê û wiha got: "Bêyî jinan ne aştî û ne jî çareserî çênabe. Nexşerêya jinan diyar e. Armanca vê projeyê ew e ku azadiya Rêberê me Birêz Abdullah Ocalan ê xwedî vîna çareseriyê ye, misoger bike. Ji bo Rêbertî vê pêvajoyê birêve bibe divê şert û merc bên başkirin. Weke însiyatîfa jinên Kurd em ê xwedî li vê pêvajoyê derkevin û têkoşînê bimeşînin."
 
 MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

16:56 Li Giyadînê şîna Ozden hate astengkirin
16:51 DEM Partî bi Wezîrê Dadê Tunç re hevdîtin kir
16:48 Ozgul piştî 31 salan hate berdan: Em amade ne berpirsyartiya xwe pêk bînin
16:43 Pervîn Buldan, Onder bi bîr anî: Divê Meclis berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne
16:04 Li Wanê jinan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
15:59 Agirbesta Îran-Îsraîlê: Pevçûn hêj berdewam in
15:58 Erdogan: Em ji bo biserxistina pêvajoyê bibiryar in
15:15 Hevseroka PJAK’ê: Em li dijî her cureyên êrişan amade ne
15:04 Di şewata li Dêrikê de kesekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Girtiyê ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
14:25 Ji bo Arkaş ê tehliyeya wî hat taloqkirin daxuyanî hat dayin
13:42 Lijneya ku tehliyeya Oncu asteng kir, biryar bi lez û bez bi dadgehê da erêkirin
13:33 Rojnameger Derya Renê ji doza xwe beraet kir
13:16 Şaredariya Sûrê Meclisa Jinan ava kir
12:45 Tulay Hatîmogûllari bang kir: Bila meclis neyê girtin û ji bo çareseriyê bixebite
12:23 Akademîsyenê aştiyê Bayraktar: Pêdivî bi pêvajoyeke her kes ser hînbûnên xwe bifikire heye
12:17 ‘Veguherîna demokratîk bi zemîna hiqûqî dikare pêk bê’
12:00 Li Êlihê karkeran ji bo mafên xwe çalakiyê li dar xistin
11:51 Îsraîlê ragihand ku dê li Tehranê bixe
11:45 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê taloqî saet 16.30’ê hat kirin
11:25 Eren Keskîn: Divê destûreke bingehîn a hemû nasname xwe tê de îfade dikin bê çêkirin
11:20 Gundekî di sînorê Amed û Mûşê de: Dê kîjan şaredarî pirsgirêkên wan çareser bike?
10:58 Soyer: Ji bo serkeftina pêvajoyê divê aştî civakî bibe
Çetîn: Ez amade me destê xwe deynim bin kevir
10:25 Zexta psîkolojîk li girtiyan tê kirin
10:21 Îsraîlê jî agirbest qebûl kir
10:20 Li Amedê ji bo zarokan çalakiyên çandî hatin lidarxistin
10:20 Mulkiye Bîrtane: Jin dê dîplomasiya yekitiyê bimeşînin
09:44 Banga Dayika Aştiyê: Divê jin Serok bibînin
09:37 Polîtîkayên necezakirinê cînayetên jinan zêde dikin
09:00 Ji bo bîranîna Qazî Mihemed dê muze û mala çandê bê vekirin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:38 Press TV a Îranê: Agirbest dest pê kir
08:28 Li kolanên Amedê daxwaza ‘azadiya Ocalan’
08:27 Liş Çewligê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
23/06/2025
16:39 Konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ bê lidarxistin
15:50 Têkildarî Gulîzar Yildiz daxuyanî hate dayin
15:50 Rapor: Girtîgeha Boluyê veguherî kampa cezakirinê
15:18 Xwendekarên ewil ên Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo mezûn bûn
14:40 PJAK’ê ji gelê Azerî re peyam şand: Ji hêla me ve tu gef nînin
14:20 Kujerê Gulîzer Yildizê hate girtin
14:17 Dayika Şemiyê Emîne Ocak di serwîsa lêniherîna awarte de ye
13:33 DEM Partî: Partiyên siyasî dê sibe ji bo komîsyonê li Meclisê bicivin
13:20 Îsraîlê Girtîgeha Evînê ya li Tahranê bombebaran kir
13:14 MSD’ê êrişa li dijî dêra li Şamê şermezar kir
12:54 Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî yên Ewropayê serdana DEM Partiyê kir
12:53 Di konferansa Yekitiya Jinên Kurd de ‘Sekreterya yekitiya jinan’ hate avakirin
12:37 Belgeya nû ya derbarê Kurdistana Sor de: Tespîtên arkeologê Rûs ên têkildarî Mînkendê
12:05 Di lêpirsîna rojnameger Rabîa Onverê de biryara neşopandinê hat dayin
11:58 Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye: Divê hêzên Kurd bi berpirsyarî tevbigerin
11:07 Li Silopiyayê tundiya mêr: Jina ducanî pitika xwe winda kir
11:05 Encamnameya hevdîtina ‘Bîr û Edaletê’: Divê dewlet gavan biavêje
10:55 Ûkrayna: Di êrişa Rûsyayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:46 Civîna 'Rêya Diçe Aştiyê': Em bi destê hev dikarin aştiyê pêk bînin
10:45 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Îran-Îsraîl ji heman qumaşî ne’ derket
10:12 Zextên li Rojhilat zêde bûn: Binçavkirin û qedexeya înternetê
10:09 Şaxa EMO'yê ya Amedê: Îxtîmaleke mezin şewat ji ber stûnên ceyranê derketiye
09:51 Abdullah Ocalan ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd bang kir
09:02 Li gundê Êzidiyan dest bi çêkirina qereqolê kirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2025'AN
22/06/2025
17:38 DFG'ê 3’yemîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist
17:25 Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur: Jinên Kurd dê di avakirina yekitî û civaka demokratîk de roleke sereke bilîzin
15:17 Nûnerên Mexmûrê piştî 37 rojan hatin berdan
14:43 Li Îranê bi pileya 5,1’ê erdhej çêbû
14:30 Tehranê piştî êrişa DYA’yê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
14:19 DEM Partiyê ji konferansê re peyam şand: Her hewldan dê me bêhtir nêzî çareseriyê bike
14:16 Îmamoglû: Divê sererastkirinên hiqûqî û îdarî bên kirin
Partiya Pêşerojê: Ji bo çareseriyê 10 xal pêşniyar kir
14:02 Tulay Hatîmogûllari: Divê biryarên DMME’yê tavilê bên cîbicîkirin
13:26 Ozgur Ozel: Avakirina aştiyê berpirsyartiya me tevan e
12:14 Faîk Bulut: Kurd êdî aktor in û divê bi serwextî tevbigerin
12:03 Di hevdîtina ÎHD’ê de mijara ‘dê aştî çawa pêk bê’ hate nîqaşkirin
11:11 Konferansa ‘Vekirina Rêya Aştiyê’: Divê eniya demokrasiyê çareseriyê pêşkeş bike
11:10 Xizmên Atak ê ji doza JÎTEM’ê tê darizandin êrişî xebatkarên şaredariyê kir
10:46 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:45 Li navçeyên Amedê ji bo zarokan şano hate pêşandan
10:32 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’: Serlêdanên bo wezaretê didomin
10:31 Îdiaya ku malzemeyên tibbî yên li nexweşxaneya dewletê hatine dizîn
09:54 Kesekî nêzî Hamaney gef li DYA’yê xwar: Bila Tengava Hurmuzê bê girtin
09:47 Tehliyeya girtiya nexweş Besra Erol ji bo 6 mehan hate taloqkirin
09:34 Doza ‘îstîsmara zayendî ya li dijî zarok’ a mamosteyê qursê sibê dê lidarxistin
09:22 Ji malbata Yildirim ê leşkeran kuştibû tazmînat hat xwestin
09:03 Ji Netanyahu daxuyaniya destpêkê: Êrişa DYA’yê dê dîrokê biguherîne
09:01 Li zozanên petrol lê nîne ‘bîr’ tên kolandin
09:00 Li Elbakê nifûsa ciwanan kêm dibe: Sedem bêkarî ye
09:00 Bavê girtiyê ku rastî îşkenceyê hatiye: Tedawiya wî tê astengkirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ HEZÎRANA 2025’AN
08:42 DYA’yê li tesîsên nukleerî yên Îranê xist: Tesîsên krîtîk hatin tunekirin
21/06/2025
18:27 Li Amedê li dijî tiryakê meş
16:19 Jinên Elewî ji bo aştiyê civiyan
15:43 Mexdûrên KHK’ê: Em ê li dijî şer aştiyê biparêzin
15:17 Tedawiyê nexweşên pençeşêr yên Can û Tat tê astengkirin
15:07 Îmamoglû der barê serdana DEM Partiyê de daxuyanî da: Divê li Meclisê komîsyon bê avakirin
14:58 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
14:35 Dayikên Şemiyê, aqûbeta Mûstafa Saygi pirsin
14:34 Xizmên Windayan: Bila polîtîkaya bêcezahiştinê bi dawî bibe
13:12 Li Meletiyê erdhej çêbû
12:54 Ayşe Gokkan: Yekitî dermanê civakê ye
Kongra Star: Dermanê êşa sedsalê yekitiya neteweyî ye
12:39 Silavek bo banga ‘Civaka demokratîk’: Strana Mizgîn
12:34 Dayika Eren Bulbul: Bila dayikên din zarokên xwe winda nekin
Dayika Ûgûr Kaymaz: Em edalet û wekheviyê dixwazin, ne rondikên çavan
11:48 Komexebata ‘Li Kurdistanê 100 sal: Heqîqet Edalet û Aştî’
11:36 Tehliyeya Nûrcan Aslan hat taloqkirin