ENQERE - Rojnameger-nivîskar Aykan Sever diyar kir ku fikra “civaka demokratîk” a di banga Abdullah Ocalan de cih girtibû dikare di navbera gelan de bibe pirek.
Rojnameger-nivîskar Aykan Sever têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryarên kongreya PKK’ê û geşedanên piştre qewimînin nirxand. Sever, diyar kir ku ew derbasî pêvajoya “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê” û ev pêvajo bi hilweşîna gelek rejîman biencam bûye. Sever, geşedanên li Lîbya, Misir û Sûriyeyê qewimîn bi bîr xist û got ku dinya ji ber şerê parvekirinê yê sêyemîn û krîza avhewayê serûbin dibe. Sever, got ku ev rewş jî her hebûn, sazî û hêzê neçarî guherînê dike.
Bi domdarî Sever destnîşan kir ku geşedanên di demên dawî de diqewimin jî li gorî van geşedanan teşe girtine û wiha got: “Kapîtalîzm roj bi roj bêhtir leşkerî dibe. Lewma jî nêzikatiya tevgera Kurd a ‘Civaka demokratîk’ dê ji hêla zîhniyetên serdest ve bê rexnekirin. Her ku ev nêzikatî di nava civakê de belav dibe jî dê wan hêj bêhtir aciz bike. Aktorên navneteweyî hêj niha ve ji bo tifaq û têkiliyên xwe nîqaşên li ser hemleya ‘Civaka Demokratîk’ dane destpêkirin. Her çend pir kêm jî be medyaya Îsraîlê nîqaşên ku dixwazin li ser Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re lihev bikin hatin weşandin. Hemleya ‘civaka demokratîk’ ji bo teşedayîna pêşerojê dibe ku xwedî roleke girîng be. Dibe ku bandorê li civakên hatine manîpulekirin bike.”
'CIVAKA DEMOKRATÎK PIREKE DI NAVBERA GELAN DE YE’
Yazar, bi lêvkir ku heke fikra “Civaka Demokratîk” pêş bikeve dikare di navbera gelan de rola pirê bilîze û ev tişt anî ziman: “Bêguman divê hemû derdorên muxalîf ên ji bo pêşeroja xwe bifikar in, ji bo demokratîkbûnê û parastina berjewendiyên civakê di vê pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin. Di dawiya dawî de divê tu tiştek ji rejîmê re neyê hiştin. Ji ber ku biqasî hêzên cuda û neteweperestan, rejîm bi xwe jî dibe ku ji bo têkbirina pêvajoyê bikeve nava hewldanên provakatîf. ‘Civaka Demokratîk’, dikare xwe li derveyî sînorên dewletan xêz kirine, rewa, xwe bi xwe birêvebirin, demokrasiya yekser, pratîkên hilberandina komunal birêxistin bike. Bêguman ev têkoşîn, di asta enternasyonal de jî bi hewldan û piştevaniyên rêxistinên yekbûyî pêkan be.”
Sever, anî ziman ku divê aştî civakî bibe û got ku ew bangên CHP û partiyên din ên muxalîf biqîmet dibîne. Sever, bal kişand ser girîngiya Meclisê û axaftina xw wiha qedand: “Rast nîne ku ji bo çareseriyê em li benda gavavêtina dewlet û îktîdarê bin. Têkoşînên maf ên girseyî yên li ser zemîneke rewa, ji niha ve tişta herî girîng in.”
MA / Omer Gungor