AMED - Nefîse Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe ku di sala 1996’an di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, dê serî li ÎHD’ê bide.
Mîgdat Erkek di sala 1992’yan de tev li refên PKK’ê bû. Di Nîsana 1996’an de jî li sêgoşeya Licê û Pasûrê yên Amedê û Dara Hênê ya Çewligê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Erkek, piştî pirtûka M. Sîraç Bîlgîn a “Heta Pel Bibişkivin ‘Kişik’ (Yapraklara Açana Dek ‘Satranç’)” di sala 2000’î de hate weşandin, malbatê hay jê bû ku zarokê wna jiyana xwe ji dest daye. Di rûpelên ewilî yên pirtûkê de dihat gotin ku Erkek tevî PKK’iyê bi koda “Sûltan” ê ji navçeya Curnê Reş a Rihayê jiyana xwe ji dest daye. Di heman demê de di pirtûkê de tê gotin ku ji bo cenazeyên her du PKK’iyan nekevin destê leşkeran, xistine Rûbarê Şatosê.
GELO ÇI BI CENAZEYÊN JI ÇEMÊ SARUMÊ HATINE DERXISTIN BÛN?
Malbatê ji bo dîtina cenazeyê zarokê xwe gelek hewl da lê bi tu awayî nekarî xwe bigihîne. PKK’ê di sala 2010’ê de daxuyaniyek da û got ku di dîroka behsa xeberê de 19 endamên wan jiyana xwe ji dest dane. Ji bo Mîgdat Erkek û hevalên wî yên PKK’î, di 3’yê Çileya 2010’ê de li Mêrsînê şîn hate danîn. Lêgerînên malbatê wê demê berdewam dikirin û bi şêniyên gundê Bawerdê yên gundê Licê ya Amedê re hevdîti kirin ku dema operasyon didomiya pevçûnên dijwar li wir qewimî bûn. Gundiyan, ji malbatê re gotin ku cenazeyên 2 jê jin 5 PKK’iyên ketibûn Çemê Sarumê hatine dîtin û Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Uçadamlarê ji rewşê hatiye agahdarkirin. Têkildarî aqûbeta cenazeyên ji hêla cendirmeyan ve ji Çemê Sarumê hatine derxistin tu agahî nehatin bidestxistin.
ŞAHIDÊN BÛYERÊ: LI NÊZÎ QEREQOLÊ HATIN DEFINKIRIN
Piştî ku nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd dîsa dest pê kirin, malbatê dîsa xwe gihand şêniyên gundê Bawerdê ku ji ewil şahidî kiribûn lê ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin. Şahidên bûyerê gotin ku cendirmeyan makîneyeke kar anînê qereqolê, li baxçeyê qereqolê, li qada weke Kademe (Geraj-temîrxane) tê zanîn li rex aveke biçûk korek kolandine û cenaze li wir veşartine.
Şahidê bûyerê A.A. jî destnîşan kir ku rûyê PKK’iya bi koda “Sûltan” a ji Curnê Reş ku di pirtûka “Kişikê” de hatiye vegotin, dişibe rûyê PKK’iyek a di sala 1996’an de hatiye dîtin.
LI CIHÊ QEREQOLÊ DIBISTAN HATE ÇÊKIRIN
Li cihê wê demê weke qereqol dihat bikaranîn piştre dibistan hate çêkirin. Malbata Erkek, di serdemeke ku dîsa li ser çareseriya pirsgirêka Kurd tê axaftin de dixwazin hestiyên zarokê wan bên dîtin û goreke zarokê wan hebe.
DAYIKA NEFÎSE ERKEK: BILA GOREKE KURÊ MIN HEBE
Dayika Erkek, Nefîse Erkek a 79 salî got: “Bi sala ye ji bo rastî şopeke kurê xwe bêm, ji her derê dipirsim. Beriya bimirim, dixwazim goreke kurê min hebe.”
Dayika Nefîse Erkek destnîşan kir ku çawişekî pispor ê wê demê li Qereqola Salatê ya li Bismilê dixebitî ji wan re gotiye ku Mîgdat jiyana xwe ji dest daye û ev tişt anî ziman: “Heke qala aştiyê bikin, ez jî dixwazim bigihijim hestiyên kurê xwe. Dixwazim li cihê şahid behsa wê dikin lêkolîn were kirin.”
Malbata Erkek ji bo hestiyên kurê xwe bibînin dê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bide.