ÎZMÎR - Di ser kuştina ciwanên ji herêma Derya Reş Ezgî Aydan Şalcî, Mert Comert, Alîcan Vûral û Koray Çapoglu re 10 sal derbas bûn ku ji bo zarokên Kobanê bibin hêvî derketibûn rê. Hevserokê ESP'ê Mûrat Çepnî diyar kir ku têkoşîneke mezin meşandin.
Di ser êrîşa bombeyî ya bi armanca ku ciwanên ku li navçeya Pirsûs a Rihayê kom bûn pêlîstokan ji zarokên bajarê Kobanê re bînin, deh sal derbas bûn. Ciwanên ku bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) hatin cem hev bi dirûşma 'Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin' xwestin di 20'ê Tîrmeha 2015'an de beriya derbasî Kobanê bibin li Navenda Çandê ya Amara daxuyaniyekê bidin. Êrîşa bombeyî ya ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat kirin û di encamê de 33 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.
ŞOREŞGERÊN BEHRA REŞ
Ezgî Aydan Şalcî, Mert Comert, Alîcan Vural û Koray Çapoglu ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin derketin rê û di rê de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin. 4 ciwan jî ji bo di navbera Kobanê û herêma Behra Reş de pireyekê daynin derketibûn rê.
Ezgî Aydan Şalcı, li gundekî Ordûyê ji dayik bû û piraniya emrê xwe li Samsûnê derbas kir. Li Samsûnê ji mafên jinan heta xwepêşandanên LGBTÎ beşdarî gelek çalakiyan bû. Li dijî binpêkirina mafên mirovan ên li herêmên Derya Reş û Kurdistanê her tim li kolanan bû. Piştî ku daxuyaniyek da û got, “Em zarokên rojê ne. Em ew kes in ku bi rûkenî ber bi mirinê ve diçin... Were, em sibe bi hev re bigirîn, bi dirûnê bixapînin.” Û ber bi Pirsûsê ve bi rê ket.
Alîcan Vûral weke zarokê malbateke karker a ji Samsûnê ji dayik bû. Hem diçû zanîngehê hem jî dixebitî. Ji garsoniyê heta atolyeyê karên cuda kirin. Her kesî Alîcan bi parka kesk a ku nedikarî bide nas kirin lê tenê wêne kişand. Piştî ku bi gotina 'Em ji bo ji nû ve avakirinê li Kobanê ne li dijî kujer, hevkar, serê mirovan jê dikin û yên ji jinan biçûk dixînin' û piştî vê parvekirinê di 17 'ê Tîrmehê de derket rê.
Mert Comert ê ji navçeya Bafra ya Samsûnê, bû yek ji dilxwazên destpêkê yên dixwazin biçin Kobanê bû. Xeyala xwe bi rêya peyamê bi cîhanê re parve kir û got, "Ez dixwazim li Derya Reş sosyalîzm serdest bibînim." Di gotareke xwe de têkoşîna azadiyê ya Kurd weke "têkoşîna şiyarkirina xwediyên rastî yên Anatoliyê" pênase kir û got, "Ev têkoşîn yek e ku divê şoreşgerên enternasyonal destekê bidin."
Koray Çapoglu ya ji Trabzonê, yek ji wan ciwanan bû ku ji Stenbolê bi rê ketibû. Çapoglu li her derê bû, ji wêrankirina xwezayê bigire heta çalakiyên Dayikên Şemiyê, li dijî statûkoyê li ber xwe da. Dema li Pirsûsê hat qetilkirin, ew al hînê di destê wî de bû.
Têkildarî têkoşîna ciwanên şoreşger em bi Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî re axivîn.
‘TUNEBÛNA WAN TÊ HÎSKIRIN’
Çepnî anî ziman ku her yek ji ciwanên ku ber bi Kobanê ve diçin ji paşerojeke cuda ya siyasî hatine û wiha got: "Zehmet e ku Ezgî Şalci têxin qalibekê. Di nava têkoşîna azadiya jinê de cih digirt û di heman demê de di rêxistinbûyîna HDP'ê ya li herêma Derya Reş de gelekî aktîf bû. Ciwaneke ku nasnameya xwe ya sosyalîst bi bernameya têkoşîna yekbûyî ya HDP'ê re kir yek. Hîsên wê yên reşbînî û bêderfetîyê tune bûn. Li her cihê ku lê bû xwedî biryardariyeke mezin bû ku derfetan biafirîne. Me jê ra digot bisekine û bêhnekê bistîne. Bi wê biryardarî û hişmendiyê çû Pirsûsê. Vûral bi têkoşîna ciwanan re têkiliyeke milîtanî ava kiribû. Wê nikaribû bigirta; Xwedî dîsîplîneke mezin bû. Dema ku kampanya Pirsûsê mezin bû, bê teredût tevlî kampanyayê bû. Îro jî tunebûn û valabûna wan tê hîskirin."
Çepnî da zanîn ku Comert ji navçeya Bafra ye ku bi mafya û rêxistinên xwe yên paşverû-faşîst tê naskirin û wiha got: "Ew kesekî ku xwe li cihekî bi vî rengî bi rêxistin dikir bû. Bêyî ku bi SGDF'ê re têkiliyê deyne dixebitî. Rojekê dema ji bo HDP'ê civîn çêdikir, ciwanek ket hundirê odeyê. Got, 'Ez ji Bafrayê têm û dixwazim tevlî çalakiyan bibim'. Me bi guman li wî nihêrî. Lê belê xwe bi bawerî li ser vê rêyê rave kir û tevlî xebatên hilbijartinê bû. Li aliyê din Koray Çapoglu anarşîst bû. Di dema teqînê de jî her kes wî bi ala Trabzonsporê bi bîr tîne ku qet dev jê bernade. Ew kesek bû ku ne tenê wek hewesa fanatîkan, lê wek helwesteka sîyasî pênase dikir.”
4 CIWANÊN ŞOREŞGER Û ŞIYAR
Çepnî diyar kir ku 4 ciwanên ji herêma Derya Reş li dijî şovenîzm, dijminahiya neteweyan û siyaseta nîjadperest derdikevin û wiha got: "Têkoşîna li dijî şovenîst çiqasî bi pêş bikeve, em ê ewqasî li dijî siyaseta serdest a ku şer û nîjadperestiyê xwedî dikin, bi dest bixin. Tirkiye erdnîgariyeke ku netewe bi hev re lê dijîn. Her herêmeke ji Derya Reş heta Egeyê xwedî dîrok, çand, ziman û dewlemendiya folklorîk e. Lê belê hêzên bûrjûva li şûna jiyana bi hev re ya li ser bingeha wekhevî û biratiyê, mayîna xwe ya siyasî li ser bingeha cihêbûna vê dewlemendiyê afirandine. Têkoşîna li dijî Kurdan bi jehrkirina gelê Tirk a bi şovenîzmê hate pêşxistin. Dijminatiya li Kurdan ne tenê bi çekê di heman demê de bi rêya karkerên jehrî bûyî jî hate kirin. Van ciwanan berpirsyariyên ku em îro nîqaş dikin, 10 sal berê bê fikar girtin ser xwe. Li dijî nîjadperestî, şovenîzm û nefretê ya li herêma Derya Reş bedena xwe danîn holê. Bi dil û hişmendiya xwe ya ciwan tevkarî li ji nû ve avakirina Kobanê kirin.”
ŞOREŞGERIYA BEHRA REŞ
Çepnî anî ziman ku piştî darbeya leşkerî ya sala 1980'î dewlet bi taybetî berê xwe daye Derya Reş û got, "Dewlet bi qasî ku ji dîrok, nasname û çanda gelên Derya Reş ditirse, ji têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê Kurd ditirse. Fobiya Deryaya Reş fobiyeke pir mezintir e. Di rewşeke bi vî rengî de, pêşketina tevgereke sosyalîst a li ser bingeha ronîkirin, pirsîn û siyaseta şoreşger li Derya Reş weke xeteriyeke teqez dibînin. Ji ber vê yekê, çawa ku li Kurdistanê bi hilweşandina qadê, ji holê rakirina hilberînên çandî û li dijî vê yekê rêxistinbûyînên paşverû-faşîst ava kirin, ji bo bêrêxistinkirina piştî darbeyê polîtîkayeke taybet meşandin. Xwezaya gelên Behra Reş ji rêxistinên bi vî rengî re nebû wesîle. Lê belê bi polîtîkayeke taybet a dewletê ya piştî darbeyê re, ev rêxistinbûyîn li herêmê bûn serdest. Bêguman ev ciwan ne tenê ne; piştî darbeyê jî li herêmê çalakiyeke xurt a sosyalîsthate lidarxistin Li hemû bajarên wê çalakî hê jî didomin. Hinek lawazbûn heye lê qûtbûn nîn e.”
TÊKILIYA NAVBERA GELAN
Çepnî da zanîn ku herêma Derya Reş bi wêraniyeke mezin a çandî û ekolojîk re rû bi rû ye û wiha berdewam kir: "Ne tenê Kurd, pêdiviya hemû gelan bi aştiyekî bi rûmet heye. Eger gundiyên xizan ên karkerê çayê yên li Derya Reş dikarin bêjin, 'Hûn bi bacên me re şerekî fînanse dikin. Hûn çay û findiqên me bi pêkanîna buha û kotayên kêmtirîn radestî tekelên emperyalîst dikin' wê demê em dikarin pêşî li dewamkirina polîtîkayên şer bigirin. Divê em têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê Kurd bi têkoşîna li dijî pirsgirêkên herêmî re bikin yek ji bo rêxistinbûna DEM Partiyê û partiyên din ên sosyalîst ên li Derya Reş Pirsûs pêngaveke xurt a di vî warî de hatiye avêtin temsîl dike. Bi tenê dijderketina li komkujiyê dema bîranîna Pirsûsê di salvegera xwe ya 10’emîn de têrê nake. Divê em têkoşîna edaleta negihiştî bilind bikin û bi têkoşîna aştiya demokratîk re bikin yek. Pêwîste em têkiliya navbera erdnîgariya Derya Reş û Pirsûsê bi têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî, adîl, demokratîk û aştiyeke bi rûmet re deynin holê."
MA / Tolga Guney