AMED – Omer Cuma Salih ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, ragihand ku rastî êrişa gardiyanan hatiye û bi saetan tena serê xwe di qawişê de hatiye hiştin.
Omer Cuma Salih ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, di 14’ê Tîrmehê di hevdîtina bi parêzerên xwe re ragihand ku ji aliyê gardiyanan ve hatiye derbkirin. Salih ê ku ji bajarê Helebê yê Sûriyeyê ye diyar kir ku di dema lêgerînê de rastî tundiyê hatiye û got: “Bi ço ve li lingên min dan û milê badan. Min bi saetan tenê xistin qawişêk.”
BINPÊKIRIN DIDOME
Salih, diyar kir ku li girtîgehê binpêkirin didomin û lêgerînên li qawişan zêde bûne, bi şev digrin ser qawişan û kelûpelên me tên belavkirin. Salih, rave kir ku daxwaza girtiyan bi îdareya girtîgehê jî tê redkirin.
Mehmet Mîraç Dînç ê ku bi Salih re heman girtîgehê tê ragirtin, di xeberdana ser têlefonê ya bi malbata xwe re tundî piştrast kir. Dînç, daxwaza bidawîkirina binpêkirinan kir.
Hat ezanîn ku dê parêzerên li dijî tundiyê serêlêdana sûc bikin.