STENBOL - Edîtorê rojnameya Yenî Yaşamê Mahsum Saglam diyar kir ku serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Musa Anter dê di 10'ê Îlonê de bi dawî bibin û got: "Em li benda serlêdanên hevpîşeyên xwe ne."
Serlêdanên ji bo "Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad" ku her sal ji bo bîranîna rojnamevan û nivîskar Mûsa Anter (Apê Musa) ku di 20'ê Îlona 1992'yan de li Amedê hat qetilkirin û xebatkarên Çapemeniya Azad ên ku di dem karê xwe de jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin, hîn jî berdewam in. Dema dawîn a serlêdanên ji bo pêşbirkê ku ji hêla rojnameya Yenî Yaşamê ve îsal cara 32'yemîn tê lidarxistin, 10'ê Îlonê ye.
Pêşbirk di şeş kategoriyan de tê lidarxistin: "Nûçeyên Tirkî," "Nûçeyên Bidîmen", "Nûçeyên Kurdî," "Wêne (Nûçeyên Biwêne), "Karîkatur," û "Nûçegihaniya Jinan." Her beşdar dikare tenê di kategoriyekê de û tenê bi yek berhemê beşdar bibe. Berhemên bijartî dê di 18'ê Îlonê de werin ragihandin û xelat dê di rojeke ku ji hêla rojnameyê ve hatî destnîşankirin de bên dayîn.
'DÊ BIBE ŞEVEKE WATEDAR Û GIRÎNG A XELATDAYÎNÊ'
Mahsûm Saglam, yek ji edîtorên rojnameyê, diyar kir ku Mûsa Anter ku ew pêşbirkê li ser navê wî li dar dixin, sembola bîra Çapemeniya Azad e. Saglam destnîşan kir ku Anter neferekî têkoşîna azadiya kurd e û got: "Em xwe wekî peyrew û generalên wî pênase dikin. Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku me salek piştî kuştina Apê Mûsa di sala 1992'yan de da destpêkirin, dikeve sala xwe ya 33'yemîn. Em dikarin bibêjin ku dê ev xelatdayîn ji ber pêvajoya em tê de ne watedartir û girîngtir be."
Saglam diyar kir ku gelek xebatkarên Çapemeniya Azad hatine qetilkirin û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan, kuştinên kiryarnediyar, têkoşîna Dayikên Şemiyê û binpêkirinên ku beşên din ên civakê li Tirkiye û Kurdistanê hedef digirin. Saglam destnîşan kir ku xebatkarên Çapemeniya Azad bedelên giran dane û ji ber vê yekê merasîma xelatdayînê ewqas girîng e. Saglam îşaret bi "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" kir û got: "Em dikarin bibêjin ku 'Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de dê di bandor li merasîma xelatdayînê jî bike. Ji ber ku kevneşopiyeke şahidiya şer û dayîna bedelan heye."
'EM LI BENDA SERLÊDANAN E'
Saglam bal kişand ku rojnamevanî li Tirkiyeyê di şert û mercên pir dijwar de tê kirin û got: "Sedema sereke ya ku em vê şeva xelatdayînê li dar dixin ev e ku em motîvasyona rojnamevaniyê zêde bikin û têkoşîna ji bo rastiyê bi biryardarî bidomînin. Ji aliyekî ve, em nûçeyên ku ji hêla rojnamevanan ve tên hilberandin xelat dikin, ji aliyê din ve jî, em têkoşîn û hewldana ku ji bo gihandina nûçeyan ji raya giştî tê kirin xelat dikin. Serlêdan di 10'ê Îlonê de diqede. Em li benda serlêdanên hevpîşeyên xwe ne."
Xebatkara rojnameyê Dîlan Bozkûrtê jî got: "Merasîmên xelatdayînê dê di şeş kategoriyên cuda de werin lidarxistin. Wekî peyrewên Mûsa Anter û şehîdên Çapemeniya Azad ên ku rêya rastiyê dişopînin, em li benda serlêdanên hemû hevpîşeyên xwe ne. Serlêdan û şertên wê li ser malpera fermî ya rojnameya me hene."