ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di divîna komîsyona Meclisê de axivî û diyar kir ku hewceye beşdariyeke demokratîk di nav xwe de mafên kolektîf jî bihewîne û got: “Divê rêveberiyên xwecihî jî di pêvajoyên biryardayînê de hebin.”
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna komîsyona li Meclisê de axivî ku bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê anî ziman ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke sereke ye ku bi sala ye çareseriya wê tê taloqkirin û got: “Di esasê xwe de ji bo çareseriya demokratîk, siyasî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd em li vir in. Dixwazin destnîşan bikim ku ev civîn dê ji bo jiyana hevpar, hiqûq û pêşerojeke demokratîk a tevahiya hemwelatiyên Tirkiyeyê sûdewer be.”
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê axaftina xwe wiha domand: “Pirsgirêka Kurd divê ne tenê pirsgirêka gelê Kurd a azadî û hemwelatiya wekhev de were nirxandin, di heman demê de divê weke çalakkirina rêgeza hiqûq, siyaseta azad, hiqûqa biratiyê û dewleta hiqûqê jî gavekî adilane û sereke ye. Divê weke avakirina jiyaneke wekhev a li ser bingeha adilane were nirxandin. Di vê çarçoveyê de xebatên komîsyona me ji bo çareseriyeke mayinde, rêyên çareseriyeke berfireh û hêsankirina qonaxên çareseriyê firsendeke dîrokî pêşkeş dike.
BI POLÎTÎKAYÊN EWLEKARIYÊ NAYÊ ÇARESERKIRIN
Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên tendurist û çêker were çareserkirin, ji bo diyarkirina rêbazên çareseriyê, girîng e. Di serî de nasnameya Kurd, ji ber redkirina piranîparêzî, nasname û baweriyên cuda û ji ber ferzkirina yekperestiyê ev pirsgirêk derketin holê û ev serhildan, şer û tundî heta roja me domiyan. Cihêkariya li dijî nasnameyan û pergala yekperest pirsgirêkeke cidî li ber demokrasiyê vekir û nehişt komar bigihije demokrasiyeke xurt û hiqûqeke li ser bingeha maf, demokrasî, edalet û hemwelatiya wekhev were avakirin. Di halê hazir de tê dîtin ku di serî de pirsgirêka Kurd, tu pirsgirêkên me yên sereke bi nêzikatiyên ewlekariyê û bi vehêlandina demokrasî û azadiyan çareser nabin.
PERSPEKTÎFEKE PIRANÎPARÊZ PÊWÎST E
Pêdiviya sereke ya welat, gel û civaka me bi çanda demokrasiyê ya mizakerevan ku aliyên hiqûqî, siyasî, çandî û aboriyê jî digire nav xwe heye. Bêguman pirsgirêka Kurd bûye çavkaniya gelek pirsgirêkan. Ne pirsgirêka hemwelatiya wekhev a Elewiyan, ne mafê kedkaran ê tê xwarin ne jî pirsgirêka jinan ji pirsgirêka Kurd cuda nayên destgirtin. Bi vê wesîleyê em dibêjin ku hewceye êdî her mesele bi perspektîfeke demokratîk, wekhevîparêz û piranîparêz bê destgirtin.
ROLA DÎROKÎ YA MECLISÊ HEYE
Di vê çarçoveyê de em wisa bawer dikin ku komîsyona me hem ji bo xurtkirina zemîna mitabeqeta siyasî hem jî pêşxistina rêyên mizakereyan de dê gelek sûdewer be. Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe yên neçareseriyê rizgar bibe û di rêya veguherîna demokratîk de pêş bikeve, meclis xwedî roleke dîrokî û girîng e. Gelek girîng û biqîmete ku ev pêvajo li ser zemîna meclisê hate destpêkirin.
FERASETA ÇARESERIYÊ YA ESASÎ
Weke DEM Partiyê em di ferqa vê berpirsyartiya xwe ya dîrokî de ne. Em ê bi nêzikatiyeke çêker xebatên xwe bidomînin. Tecrubeyên dîrokî nîşan didin ku bêpevçûniya yekalî nayên wateya aştiyê. Aştiyeke mayinde, bi pêvajoyeke çareseriyê ya demokratîk a li ser zemîneke rewa ya siyasî pêkan e.
Birêz Ocalan, siyaseta demokratîk weke rêya çareseriya pirsgirêkan nîşan dide. Ev yek careke din nîşan dide ka rêyên siyaseta demokratîk çiqas girîng in.
DIVÊ ÇI WERE KIRIN?
Em di wê baweriyê de ne ku ev komîsyon jî dê bi perspektîfeke ku zimanê aştiyê û zemîna siyaseta demokratîk xurt dike bixebite. Di vê çarçoveyê de, hewceye beşdariyeke demokratîk di nav xwe de mafên kolektîf û derfetên nûnertiya siyasî jî bihewîne. Beşdarbûn divê tenê bi hilbijartinê bisînor nemîne; tevlibûna wekhev a di pêvajoyên biryardayînê de, rêveberiyên xwecihî, xurtkirina rêveberiyên herêmî û rêzgirtina li hemberî îradeya gel jî divê di nav de bin. Tayînkirina qeyûman, pêvajoyeke ku mafên demokratîk ên hemû welatiyan bisînor dike ye.
DÊ JI BO ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK HEWL BIDIN
Her wiha, mafê zimanê dayikê jî ne tenê pedagojîk, meseleyeke hebûnê ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê, xwegihandina xizmetên cemaweriyê, afirandina derfetên çandî, bingeha hemwelatiya wekhev a jiyana gelê Kurd e. Misogerkirina van mafan, ji bo derbasbûna pergaleke hiqûqê ya piranîparêz girîng e. Bi vê boneyê, diyarkirina gavên gelê Kurd bi awayekî xurt tev li siyaseta demokratîk dikin dê demokrasiya destûra bingehîn jî xurtir bike. Civaka demokratîk, hêmaya sereke ya jiyaneke azad û demokratîk e. Gavên ji bo pêşxistina civaka demokratîk, rêxistinbûn û azadiya siyasetê dê lez bide veguherîna demokratîk û derî li entegrasyona demokratîk jî veke.
Mîna birêz Ocalan jî hatiye, ev welat dê êdî bibe welatê kesên demokrasiyê hem weke mafê xwe hem jî peywira xwe dibînin be.”