STENBOL - Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk diyar kir ku îktîdar di mijarên girtiyan, Abdullah Ocalan û qeyûman de xwe bêdeng dike û got: “Ma dê heta kengî bireve? Şertên heyî dê bikin ku ji mecbûrî gavan biavêjin.”
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk têkildarî geşedanên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Ozturk, diyar kir ku ew qebûlkirina aliyê siyasî û sosyolojîk ê pirsgirêka Kurd erênî dibînin û got: “Ya herî guncav ew e ku li îradeya herî jor a Tirkiyeyê anku li Meclisê were axaftin. Dibe ku di komîsyonê de kesên daxwazên gelan paşguh dikin hebin. Lê li wir tevgera Kurd û sosyalîst jî hene. Dibe ku CHP’î helwesta xwe ji bo demokrasiyê nîşan bidin. Divê ev meseleye êdî ji cihekî dest pê bike.”
'HIKÛMET JI BO GAVA EWIL NEAVÊJE ISRAR DIKE’
Ozturk, destnîşan kir ku gavên tevgera siyasî ya Kurd diavêje ji bo pêşketina pêvajoyê teşwîq dike û wiha domand: “Lewma aliyê din jî mecbûr e gavan biavêje. Aliyê hikûmetê niha hinek tengijiye. Ji bo gava ewil a girîng neavêje pir li ber xwe dide. Weke mînak, berdana kesên bi neheqî hatine girtin, pêwendîdanîna bi birêz Ocalan re, paşvekişandina qeyûman û hwd. çendek ji van gavên girîng in. Ma dê heta kengî ji avêtina van gavan bireve? Şert û merc dê bikin ku îktîdar ji neçarî van gavan biavêje. Li dijî gelê Kurd neheqiyeke mezin heye.”
'ÎKTÎDAR DÊ HEWL BIDE HEDEFÊN XWE BIXE MERIYETÊ’
Bi domdarî Ozturk daxuyand ku AKP û MHP di nava dewletê de hêzeke berfireh e û wiha pê de çû: “Ev hêz dê hesaba domandina hikûmeta xwe bike. Dê hewl bide partiyên din paşve bihêle. Dîrok tiştekî wiha ye. Bi van hêzan re li ser maseyê rûdinî. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke neteweyî ye. Ji bo çareseriya wê ma ji bilî îktîdarê dê bi kê re li ser maseyê rûnî? Helbet dê hikûmet hewl bide îktîdara xwe bidomîne. Ev, meseleya têkoşînê ye. Dê hewl bidin hevsengiyekê ava bikin. DEM Partî û hêzên sosyalîst dê hewl bidin di komîsyonê de aştî û demokrasiyê, mafên kedê û demokrasiyê biparêzin. Îktîdar jî dê hewl bide hedefên xwe bixe meriyetê. Heke hewldaneke baş neyê nîşandan, dibe ku hin aliyên em rexne dikin derkevin holê. Nabe ku em bibêjin ‘ez li ser maseyeke wiha na têkoşim.’ Nexwe tu nikarî siyasetê bikî. Wê demê gotina te tê wateya ‘bila hevdîtin nebin, komîsyon nebe, bila li ser meseleya Kurd neyê axaftin û AKP nebe muxatab.’ Heke AKP nebe muxatab wê demê dê pirsgirêka Kurd çawa çareser bikî?”
'EM MECBÛR IN TÊBIKOŞIN’
Ozturk, got ku divê her kesên daxwaza demokrasî, aştî û mafên çîna karker dikin daxilî pêvajoyê bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Hejmara AKP’iyan a di komîsyonê de zêde ye û ev bandoreke neyînî dike lê dîsa jî komîsyon qadeke têkoşînê ye. Weke civak me dît ka çareseriya meseleya Kurd çiqasî zehmet e. Ev ji bo aliyê AKP û MHP’ê jî derbasdar e. Ew jî tenê bi bilindkirina destên xwe nikarin çareser bikin. Di dawiya dawî de dê mecbûr bimînin ku lihevkirinekê bikin. Dema li Colemêrg û Mêrdînê gotin bila mesele çareser bibe dê li Şîşliyê jî heman daxwaz were kirin.”
MA / Melîk Çelîk