AMED - Komîsyona Jin û Destûra Bingehîn diyar kir ku ew dixwazin bibin dengê hemû jinên ji aştiyê bawer û ji bo civakîkirina wê têdikoşin û got: “Em dixwazin li ser vê maseyê bibin deng û awazên hemû jinên li Tirkiyeyê ku baweriya wan bi aştiyê heye û ji bo civakîkirina wê têdikoşin. Werin em gotina xwe bikin yek.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxwaza ku di pêvajoya amadekirina destûra bingehîn a nû de ji jî di komîsyonê de cih bigirin, li Qonaxa Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêyî hiqûqê çareserî, bêyî jinê jî hiqûq nabe” hate hilgirtin. Gelek jin û nûnerên saziyên jinan tev li bûn.
Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Mamosteya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Şeveşoglû û ya bi Tirkî jî aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata xwend.
‘40 SALÊN DAWÎ BI ŞER DERBAS BÛN’
Daxuyanî wiha ye:
“40 salên dawî yên dewleta Tirkiyeyê bi pevçûnên li derdora meseleya Kurdan derbas bûne. Û tevahiya tevna siyasî, civakî û çandî ya Tirkiyeyê li gorî van pevçûnan ve teşe hatin girtin. Serhildana dawî ya gelê Kurd bandoreke kûr li ser hemû têkoşînên siyasî, tevgerên civakî û tifaqên li Tirkiyeyê kir. Tevgera azadiya jinan li Tirkiyeyê bi gelek pêkhateyên xwe yên cuda, di warê avakirin û belavkirina soza aştiyê li dora pirsgirêka Kurd de û di têgihîştina aştiyê ne wekî mijareke ewlehiyê ku tenê li jor tê nîqaşkirin lê wekî mijareke siyasî û civakî, pêvajoyek ku were avakirin de, destkeftiyên girîng bi dest xistiye.
PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNEKE DOMDAR HEYE
Îro, têkoşîna civakîkirina aştiyê û avakirina wê ya ji jêr ve, ji bo me jinan weke meseleyeke ji her demê bêhtir girîng, bihêztir û lezgîn e. Pêvajoya civakîkirina aştiyê ne pêvajoyeke ku tenê di gavekê de û di yek carê de pêk were. Têkoşîn û xebateke domdar dixwaze. Jinên li ser vê erdnîgariyê ku ji ber hevgirtina zîhniyeta serdest a mêr, kapîtalîzm, milîtarîzm, şovenîzm û feraseta olî rastî tundiyeke mezin hatine, li dijî vê li ber xwe dane. Ji kuştina jinan heta xizaniyê, ji êrişên nefretê heta paşguhkirinê, ji desteserkirina keda jinan heta dijwarbûna zayendperestiyê di her warî de me 10 salên pir dijwar li pişt xwe hiştin. Ji ber ku piştî her pêvajoyeke aştiyê ya têkçûyî, rê li ber pêleke mezintir a milîtarîzm, şer, tundûtûjî, şovenîzm û neteweperestiyê vekir. Jixwe ji ber vê yekê ye ku di van 10 salên dawî de em di pêvajoyeke hilweşîner re derbas bûn. Li gel vê yekê jî tenê kêliyekî jî me dev ji berxwedana xwe berneda. Li ser vê bingehê, hin daxwazên me yên li hemberî polîtîkayên şer ku em aştiyeke mayînde ava bikin, hene. Ji vekişîna hemû qeyûman heta bidawîkirina pratîka qeyûman, ji betalkirina Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê heta azadiya hemû girtiyên siyasî û nexweş, krîmînalîzekirina siyasetê û vegera bo Peymana Stenbolê… Ev daxwaz, daxwazên me yên ku ji hêla têkoşîna me ya hevpar ve hatine destnîşankirin.
DAXWAZÊN JINAN
Tevgera Jinên Azad, hem hilgira van daxwazan e û hem jî di pêvajoya aştiyê de aktoreke sereke ye. Di vê çarçoveyê de, ew girîngiya mezin a banga aştî û civakeke demokratîk ku ji hêla sermuzakerevanê pêvajoya aştiyê birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destnîşankirin, nas dike û hewldana civakîkirina aştiyê wekî erka xwe yê siyasî ya sereke dibîne. Herwiha, em dizanin ku avakirina aştiyê ne tenê bi Tirkiyeyê ve sînordar e; tevî Rojava, ew bi jiyan, îradeya siyasî û bi taybetî ewlehiya Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de; em ê bi hemû şirîkên xwe re bi perspektîfeke navneteweyî ji bo aştiyê; li dijî hemû nêzîkatiyên millîtarîst û operasyonên leşkerî, hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî sînorên wê, ji bo avakirina peymaneke aştiyê têbikoşin. Em di wê zanebûnê de ne ku avakirina aştiyê pêvajoyeke demdirêj e. Bi berçavgirtina mîrateya kesên ku me di navê aştiya bi rûmet de winda kirine û bi hesreta avakirina cîhanek wekhev em ê hewld bidin û bikin ku vê peywira xwe bînin cih. Em dizanin ku barê me giran e û em xwe li gor vî barê giran û rêya dirêj amade dikin.
EM Ê DENGÊ XWE BIKIN YEK
Îro li Tirkiyeyê ji jinan heta kedkar û xebatkaran; ji Elewiyan heta civaka Kurdan, ji girtiyên siyasî heta ciwan, LGBTÎ û tevahiya komên hindikahiyan, pêdiviya her kesî bi aştiyê heye. Tevgera Azadiya Kurd wekî her carê bi biryar e ku plana aştiyê wek xeteke çep-sosyalîst a hevpar ji bo hemû gelên bindest û hemû têkoşerên Tirkiyeyê ava bike. Ji ber ku di esasê xwe de jin, yek ji komên pêşeng ên vê têkoşînê ne. Ji ber ku jin her tim ên ku li dijî şer, milîtarîzm, kapîtalîzm, zîhniyeta serdest a mêran, feraseta olî, cudakariya li ser bingeha nasnameya zayendî û meyla cinsî û kolonyalîzmê li ber xwe dane û bi hesreta dinyayeke azad û wekhev dijîn, jin in. Ji ber vê yekê jî em jin; ji bo qenala siyasetê vebe, ji bo avakirina zemîna hiqûqî û ji bo gavên wêrek û biryar ên polîtîk bên avêtin, em ê dengê xwe bilind bikin. Em dizanin ku aştî, civateke demokratîk û avakirina bingehek nû ya demokratîk pêkan e û gelek beşên civakê bi awayên cuda vê yekê daxwaz dikin. Armanca me ew e ku em van dengan bikin yek.
GUHERANDINA DESTÛRA BINGEHÎN
Daxwaza destûreke bingehîn a nû, di Tirkiyeyeke îro û avakirina pêvajoya aştiyê de dibe ku ne yek ji daxwazên herî lezgîn û ya yekem be. Ji aliyê din ve jî em dizanin ku daxwaza guherandina Destûra Bingehîn a 82’yan ev destûra bingehîn a ku ji aliyê derbekarên dema cuntayê ve hatiye amadekirin û 40 salên dawî yên Tirkiyeyê de bingaha hemû pêkanînên antî-demokratîk avêtiye; ne tenê daxwaza Tevgera Kurdan e lê ev salên dirêjin ku daxwaza gelek tevgerên siyasî ne. Herwiha, nîqaşa destûra bingehîn a nû ji du aliyan ve xwedî girîngiyeke bingehîn e. Ya yekemîn; girîng e ku daxwaza jiyaneke hevpar a nû, wekhev û demokratîk a beşên pir mezin ên civaka Tirkiyeyê wekî metna dawî ya qanûnî û siyasî ya peymaneke civakî ya nû were nîqaşkirin. Ya duyemîn, pêwîst e ku di hemû pêvajoyên avakirina aştiyê de têkoşîn bê kirin ji ber ku ew ê bibe metnek qanûnî û siyasî ku tê de perspektîf û têgihîştina jiyaneke nû û wekhev a piştî pevçûnê dê derkeve holê.
EM DIXWAZIN DAXWAZÊN JINAN DI DESTÛRA BINGEHÎN DE NÎQAŞ BIKIN
Wekî TJA’yê em, mîna mekanîzmayên din ên avakirina aştiyê, xwe dispêrin hêza xwe, xeta xwe ya siyasî û têkiliyên berfireh û kûr ên ku me bi tevgera jinan re danîne. Em dixwazin li ser vê maseyê bibin bibin deng û awazên hemû jinên li Tirkiyeyê ku baweriya wan bi aştiyê heye û ji bo civakîkirina wê têdikoşin. Em armanc dikin ku kesî li paş nehêlin û hemû pirsgirêkên wek ji mafên sendîkayê bigirin heya daxwazên statuyê yên civaka Kurd, ji redkirin û înkarê heya destkeftiyên karker û kedkaran, ji kêmkirina hebûna jinan heya statuya wan a di nav malbatê de, bi hemû pirsgirêkan re mijûl bibin. Em dixwazin, xwestek û mafên jinan di vê destûra bingehîn de nîqaş bikin.
EM GOTINA XWE BIKIN YEK
Em dizanin ku pêvajoyên avakirina civakeke demokratîk û aştiyeke mayînde tenê bi bingeheke bi hêz a hiqûqî pêkan e. Em ê heta dawiyê ji bo avakirina vê bingeha siyasî û yasayî hem ji bo xurtkirina demokratîkbûn û avakirina aştiyê û hem jî ji bo avakirina peymaneke civakî ya nû têbikoşin. Banga me ji bo hemû jinên ku baweriya xwe bi aştiyê anîne ev e; bi baweriya xwe, fikarên xwe, hêvî û rexneyên xwe yên ji bo aştiyê, werin bi nîqaşan em xwe xurt bikin û gotina xwe bikin yek. Tevgera Jinan a Kurd xwedî bingehe ku van nîqaşan birêve bibe, bi biryar e ku dengê jinan bîne nîqaşa destûra bingehîn a nû. Di rewşa siyasî ya krîtîk a îro de em bang li hemû jinên li ser vê erdnîgariyê dikin ku tev li têkoşîneke hevpar ji bo civakîbûna aştiyê bibin. Em di wê baweriyê de ne ku jin dê pêşengtiya tevahiya gel û aliyên bindest û tune tên hesibandin, ji bo wan jiyaneke hevpar ava bike. Banga me ji bo hemû jinên bê vê bawerî dikin e.”
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.