ŞIRNEX - Wezareta Karên Navxweyî, di bersiva pêşniyaznameya têkildarî astengkirina şîna endamê HPG'ê Abdurrahim Erzen de îdia kir ku malbat bi dilxwazî ji mala sersaxiyê derketiye. Lê dayik Asya Erzenê, wezaretê derewand.
Di 15'ê Nîsanê de, li taxa Cûdî ya navçeya Cîzîr ya Şirnexê, ji bo endamê HPG'ê Abdurrahim Erzen ê ku di 4'ê Sibatê de li bejahiya Herêma Kurdistana Federe di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, hewl hat dayîn ku şîn bê danîn. Polîsan nehişt malbat şînê li mala şînê deyne.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, ev mijar ji Serokatiya Karûbarên Olî pirsî. Serokatiyê diyar kir ku ev mijar ne di berpirsiyariya wan de ye û îşaret bi Wezareta Karên Navxweyî kir. Wezaretê bersiva pirsa parlamenter a der barê bûyerê de da.
ÎDIAYA WEZARETÊ
Wezaretê di bersiva xwe de, îdia kir ku polîsan piştî xebera sersaxiyê "tedbîrên ewlehiyê" girtine û malbat bi dilxwazî ji mala şînê derketiye.
Newroz Uysal Aslanê diyar kir ku wezaret "rastiyê tahrîf dike" û got: "Ne bersiva Diyanetê ku got 'ne di berprisiyariya min de ye' ne jî bersiva wezaretê ku got 'malbat bi dilxwazî derketiye' rastiyê didin der. Malbat piştî zext û gefên dewletê û piştî ku polîs li ber mala sersaxiyê kom bûn, hat derxistin. Daxuyaniya malbatê, serlêdana ji bo baroyê û giliyên sûc hemû nîşan didin ku ev ne rast e."
Newroz Uysal Aslanê got: "Şîn, ne girêdayî destûrxwestinê ne. Wekî ku di biryarên DMME'yê de bi zelalî hatiye diyarkirin, mafê şînê beşek ji rûmeta mirovan e. Tu wezaret an jî miftî nikare mudaxeleyî vê qadê bike. Astengiya ku li ser malbatê li Cîzîrê hatiye sepandin êrişeke civakî ye."
Newroz Uysal Aslanê diyar kir ku ew di demên berê de jî bi qedexeyên sersaxiyê yên bi vî rengî re rû bi rû mane.
DAYIK ERZEN: EM DERNEKETIN, WAN EM DERXISTIN
Dayik Asya Erzen wiha got: "Di destpêkê de, destûr dan me ku em şîna xwe deynin. Me mala sersaxiyê paqij kir û amadekariyên xwe kirin. Piştre wan ji me re got ku ew ê nehêlin em werin. Em mexdûr bûn. Em bi dilxwazî ????neçûn. Polîsan em derxistin. Tişta ku wezaret dibêje bi tevahî ne rast e. Ger em xwişk û bira ne, çima hûn destûrê nadin me ku em şîna xwe deynin? Piştî vê, me li ciheke din şîna xwe danî."
MA / Zeynep Durgut