AMED - DFG’ê, rojnameger Sayfettîn Tepe, Mehmet Şenol û Hidir Çelîk ku di salên 90’î de hatibûn qetilkirin, bi bîr anî.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rojnameger Sayfettîn Tepe, Mehmet Şenol û belavkarê rojnameyê Mehmet Şenol ku di salên 90’î de hatibûn qetilkirin, bi bîr anî. DFG’ê, rojnameger Sayfettîn Tepe ku di 25’ê Tebaxa 1995’an de, Mehmet Şenol ku di 30’ê Tebaxa 1994’an de û Hidir Çelîk ku di 23’yê Tebaxa 1994’an hatibû qetilkirin, bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî.
DFG’ê diyar kir ku ji bo heqîqet di tariyê de nemîne, ew ê şopdarên doza rojnamegerên hatine qetilkirin bin.
SAYFETTÎN TEPE
Daxuyaniya DFG’ê wiha berdewam kir: “Di salên 1990’î de gelek endamên Çapemeniya Azad hatin revandin û kuştin. Yek ji rojnamegerên ku hate kuştin jî Sayfettîn Tepe bû. Sayfettîn piştî ku biraziyê wî û nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, di 28’ê Tîrmeha 1993’yan de li Bedlîsê hate revandin û kuştin, wî jî di nav xebatên rojnamegeriyê de cihê xwe girt. Wî erkên Ferhat girt ser xwe.
Sayfettîn Tepe di 25’ê Tebaxa 1995’an de li Êlihê hate binçavkirin û ji wir birin Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê. Polîsan îdia kir ku Tepe xwe kuştiye lê malbata wî diyar kir ku Tepe di binçavan de hatiye kuştin. Sayfettîn Tepe pismamê Ferhat Tepe bû ku nûçegihanê Bedlîsê yê Rojnameya Ozgur Gundemê yê di 28’ê Tîrmeha 1993’an de hatibû revandin û kuştin. Tepe, di salên 1990’î de ji ber weşandina gelek dosyayên veşartî ji aliyê polîsan ve hedef hatibû nîşandan. Tepe, di Îlona 1993’yan de li Edene û Dîlokê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê bû. Dema ku hat kuştin, ew li Êlihê nûçegihanê Yenî Polîtîkayê bû. Malbatê, di sala 1996’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê serlêdana malbatê di 20’ê Adara 1996’an de qebûl kir lê di 13’ê Nîsana 2004’an de red kir. 26 sal in kujerên Sayfettîn Tepe nehatine dîtin û cezakirin.
MEHMET ŞENOL
Mehmet Şenol jî yek ji rojnamegerên ku di vê serdema tarî de hatiye kuştin bû. Wî li buroya kovara ‘2000’e Doğru’ ya li Amedê dest bi rojnamegeriyê kir. Mehmet Şenol, di havîna 1991’an de tev li nav xebatên Yenî Ulkeyê bû. Piştî kuştina Hafiz Akdemîr, Mehmet Şenol ku li dijî banga rêveberiya Ozgur Gundemê ya ‘aramiyê’ derket, ji bo demekê ji bo buroya Wanê re hate şandin. Pişt re hate Amedê û li vir hate girtin. Mehmet Şenol yekem rojnamegerê ku bikaranîna Hîzbûllahê ya ji aliyê JÎTEMê ve aşkera kir. Di nûçeyeke ku çêkir de wî rastiya ku kontr-gerîla di bin banê Hîzbullahê de xwe rêxistin dikin, li gel wêneyekî Huseyîn Velîoglû aşkera kir. Şenol, nûçeya ku weşandî pêşkeşî serokê buroya Amedê yê Kovara ‘2000’e Doğru’ Halît Gungen kir. Nûçe, di 16’ê Sibata 1992’yan de di kovarê de bi sernavê ‘Hîzbullah li navenda Hêza Çevîkê tê perwerdekirin’ hat weşandin. Di 30’ê Tebaxa 1994’an de dema ku bi 10 hevalên xwe re di navbera Hezro û Pasûrê de ber bi çiyayan ve diçû, li nêzî gundê Rêşaneyê ketin kemînekê û hate kuştin.
HIDIR ÇELÎK
Yek ji rojnamegerên ku di meha Tebaxê de hate kuştin jî, belavkarê rojnameyan Hidir Çelîk bû. Çelîk, ku di 23’yê Tebaxa 1994’an de hat kuştin, belavkarê Rojnameya Ozgur Ulkeyê bû.
Wekî Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê em ê têkoşîna rojnamegerên ku jiyana xwe ji bo rastiyê feda kirine bidomînin. Ji bo ku rastî di tariyê de nemînin, em ê heta dawiyê şopdarên doza wan bin.”