MÊRDÎN - Li navçeya Kerboranê belgefîlma “Dargeçît (Kerboran)” hate pêşandan. Xizmên windakiriyan ên tev li pêşandana belgefîlmê bûn, diyar kirin ku ew ê hestiyên ji bîran hatine derxistin ji bîr nekin.
Di navbera 29’ê Cotmeha 1995’an û 8’ê Adara 1995’an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê 7 kes hatin binçavkirin û di bin çavan de hatin windakirin. Der heqê windakirina 7 welatiyan de “Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê” hate vekirin. Têkildarî windakirina welatiyan û dozê de belgefîlma “Dargeçît (Kerboran)” hat amadekirin û li Kerboranê hate pêşandan. Belgefîlm, bi organîzatoriya DEM Partî, Egîtîm Sen û Navenda Hafizeyê ve li Navenda Kongreyê ya Şaredariya Kerboranê hate pêşandan. Malbatên xizmên wan di bin çavan de hatin windakirin, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, wekîlên DEM Partiyê Saliha Aydenîz û George Aslan û bi sedan welatî tev li bûn.
Di dema pêşandana belgefîlmê de hin xizmên windakiriyan nekarin xwe ragirin û ji eywanê derketin. Piştî pêşandana belgefîlmê, derhênerê wê Berke Baş, endamê ÎHD’ê Veysel Vesek û xizmên Davut Altinkaynak (12), Seyhan Dogan (14), Nedîm Akyon (16), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdurrahman Olcay (20), Abdurrahman Coşkun (21), Hikmet Kaya (24) û Suleyman Seyhan (57) jî derketin ser dikê û axivîn.
Berke Baş, anî ziman ku cara ewil belgefîlmê li cihê bûyer lê qewimî pêşandane lewma ev ji bo wan biqîmet e. Hevjîna Suleyman Seyhan, Mumîne Seyhan jî got ku êşên wan kişandin nayên vegotin û ev 32 sal in li edaletê digerin. Mumîne Seyhanê diyar kir ku ew ê dev ji doza xwe bernedin û dê windakiriyan ji bîr nekin.
Xwişka Seyhan Doganê Zekiye Doganê jî got ku ew ê windakiriyan tu caran ji bîr nekin û ev tişt anî ziman: “Em ê her tim daxwaza aştiyê bikin lê em ê tu caran ew hestiyên me ji bîran derxistin ji bîr nekin.”
Kurê Suleyman Seyhan, Hasan Seyhan jî ew dixwazin heqê van kesên hatine windakirin li cem kiryaran nemîne.
Endamê ÎHD’ê Veysel Vesek jî pêvajoya dozê vegot û got ku belgefîlmê mînakeke necezakirinê raxistiye pêş çavan.
Bername, bi pirs û bersivan bi dawî bû.