ROJEVA 27’Ê GULANA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 27 Gulan 2025
  • |
img

* Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Erziromê di dema çalakiyên şermezarkirina tayînkirina qayûm de biryara walîtiyê ya 'qedexeya xwepêşandan û bernameyan' bêhiqûqî dît. 

* Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo, got: “Mesele ne ew e ku PKK çek berda û her kes biçe mala xwe. Di esasê xwe de têkoşîn niha dest pê dike.” 
 
*  Parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr daxwaza avakirina komîsyoneke ku jin karibin yekser tevlî komîsyona parlementoyê bibin pêşkêş kir û got ku divê ji bo tevlîbûna jinan a pêvajoya ku bi banga "Civaka Aştî û Demokratîk" destpê kiriye bingehek bê avakirin. 
 
* Fatma Ablay a TJA’yî ji bo meşa ku dê bi dirûşma “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin” bê lidarxistin got: “Em bang li hemû jinan dikin ku bibin pêşengên civaka demokratîk û aştiyê.” 
 
* Ahmet Oral ku piştî 30 salan hate berdan, diyar kir ku her ku pêvajoya heyî bi demê re tê vehêlandin dê zemîna provokasyonan xurtir bibe û got divê lez pêş bikeve. 
 
* Şîlan Emînoglû diyar kir ku bi hêza ji kevneşopiya têkoşîna jinên Kurd girtin re Înîsiyatîfa Yekitiya Jinên Kurd a Ewropayê ava kirine û got ku weke yekitiyê ew ê di pêvajoyê de cih bigirin. 
 
* Rêveberên ÎHD û OHD’ê destnîşan kirin ku di pêvajoya nû de tişta ji ewil divê bê kirin rakirina TMK’ê û berdana girtiyên nexweş e. 
 
* Rojnameger-nivîskar Aykan Sever diyar kir ku fikra “civaka demokratîk” a di banga Abdullah Ocalan de cih girtibû dikare di navbera gelan de bibe pirek. 
 
* Serokê Giştî yê SES’ê Mehmet Siddik Akin bandora aştiyê ya li ser tenduristiya civakê axivî û got ku aştî ji bo tenduristiya civakan pir girîng e. 
 
* 2’yemîn Rojên Pirtûkan ku bi hevkariya Yekitiya Weşangerên Kurd û Serokatiya Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin, dê li Qada Şêx Seîd dest pê bike. (10.00)
 
* Danişîna duyemîn a doza 10 rojnameger, 2 siyasetmedar û 2 ciwanan ku ji ber protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê tên darizandin, dê li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.30)  
 
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê li Meclisê bi MHP’ê re hevdîtinê bikin. (11.30)
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna koma partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45) ZINDÎ