OHD’ê bang li Meclisê kir: Bila Kurdî bibe zimanê fermî

  • rojane
  • 14:32 16 Îlon 2025
  • |

STENBOL - OHD’ê li pêşiya Edliyeya Stenbolê çalakî li dar xist û bi bîr xist ku perwerdeya bi zimanê Kurdî tê astengkirin. OHD’ê bang li Meclisê kir ku Kurdî bikin zimanê fermî. 

 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di çarçoveya kampanyaya bi daxwaza ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê daye destpêkirin de li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” hate hilgirtin. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla endama OHD’ê Asli Gulseren û ya bi Tirkî jî Samet Yavuz xwend. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
“Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê heya îro bi tirsa jihevqetandinê ve li ser zimanên qedîm ên ku bi sedsalan e li ser vê erdnigariyê tê axaftin polîtîkayên asîmîlasyonê hate meşandin. Zimanê ku li vî welatî di asta duyemîn de herî pir tê axaftin Kurdî jî ji van polîtîkayên asîmîlasyonê para xwe herî zexm hilda û hê jî hildide. Her çiqas di vê sedsala ku derbasbûyî de gelê Kurd biisrar vê daxwaza xwe bi awayekî xurt anîbe ziman û li ber xwe dabe jî, dewlet dev ji van polîtîkayên xwe yên yekzimanî berneda.
 
ÇARESERIYA MESELEYA KURD GIRÊDAYÎ NASKIRINA KURD Û KURDÎ YE  
 
Beguman çareseriya meseleya Kurd girêdayî naskirina nasnameya Kurd û Kurdî ye. Her wiha naskirina Kurd jî girêdayî fermîbûn û perwerdeya zimanê Kurdî ye da ku Kurd zimanê xwe bi her awayî bikaribin di her qadên jiyanê de bi kar bînin û pêş bixin. Her wiha mafê zimên ji aliyê hiqûqî ve jî wek mafê mirovan hatiye pênasekirin û di gelek peymannameyên navneteweyî de jî hatiye mîsogerkirin. Danezana Gerdûnî ya Mafên Zimanî, Peymannameya Parastina Zimanên Kêmîneyan û Zimanên Herêmî yên Ewropayê, Peymannameya Çarçoveyî ya Parastina Kêmîneyên Neteweyî, Peymannameya Mafên Siyasî û Sivîl a Neteweyên Yekbûyî û Peymannameya Mafên Zarokan di warê mafên zimanî de belgeyên bingehîn in.
 
Her çend di van peymannameyên navneteweyî de mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û gelek mafên çandî yên din hatibin misogerkirin jî Tirkiyeyê şerha sînordarkirinê daniye ser gelek xalên van girêbestan û bi vî awayî nehiştiye û hîn jî nahêle gelê Kurd ji van mafan sûdê werbigire. Ji bo avakirina aşitî û civaka demokratîk perwerdeya zimanê zikmakî mafekî bingehîn e ku ji bo çareserîya meseleya Kurd jî divê ewil ev maf bê şert û merc were naskirin.
 
Ez wek hiqûqnasek vê kampanyaya destnîşanê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ve tê birêvebirin û daxwaza statûya fermî ya zimanê Kurdî û naskirina mafê gelê Kurd a perwerdehîya bi zimanê xwe yê zikmakî dike, wek berpirsiyariyeke pîşeyî û wijdanî dibînim û piştgirî didimê.
 
BANGA ‘BILA KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ Û PERWERDEYÊ’ 
 
Ez bang li Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê dikim ku ji bo dayîna statuya fermî ya zimanê Kurdî û mîsogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê xwe yê zikmakî gavên destûrî û qanûnî yên pêwîst bavêje.”