Li Wanê banga ji bo meşê: Divê Ocalan azad bibe

  • rojane
  • 15:23 16 Îlon 2025
  • |

WAN - Hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên Wanê ji bo meşa ku dê li bajar bi dirûşma “Ji bo mafê hêviyê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” daxuyanî dan û banga tevlibûnê kirin. 

 
Platforma Saziyên Demokratîk dê di 17’ê Îlonê de bi dirûşma “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin” li Amed, Wan û Mêrsînê meşên girseyî li dar bixe. Meş, dê sibe li Wanê bi daxwaza cîbicîkirina biryara DMME’yê ya der heqê Abdullah Ocalan de were lidarxistin. Xebatên ji bo meşê didomin. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên bajar ji bo meşê banga tevlibûnê kirin. 
 
Hevserokê DBP’a Wanê Cemal Demîr got ku meşeşe watedar û girîng e û biryara binpêkirinê ya DMME’yê bi bîr xist. Demîr, anî ziman ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rol û mîsyona xwe rabe divê ji hêla fîzîkî ve azad be û got: “Jixwe Devlet Bahçelî jî têkildarî mafê hêviyê daxuyanî da. Ji bo vê divê Tirkiye gavekî biavêje û di yasayan de sererastkirinan bike.”
 
'JI BO PÊVAJOYÊ DIVÊ JI EWIL MAFÊ HÊVIYÊ CÎBICÎ BIKIN’   
 
Hevseroka DBP’a Wanê Gonul Uzunay jî anî ziman ku ji bo pêvajo bimeşe divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û Tirkiye jî biryara DMME’yê tavilê cîbicî bike. Gonul Uzunayê got ku ji bo temamkirina pêvajoyê divê ji ewil mafê hêviyê bê cîbicîkirin û banga tevlibûna meşê kir. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Veysî Dîlekçî jî anî ziman ku divê komîsyona hatiye avakirin tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan bike. Dîlekçî, ji bo meşa li bajar jî banga tevlibûnê kir û got: “Em ê ji bo mafê hêviyê bimeşin. Ji bo pêşeroja welat û demokratîkbûnê divê her kes berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bike. Ji bo birêz Ocalan bikare berpiryartiya xwe ya di pêvjoyê de bicih bîne, divê ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Ji bo cîbicîbûna van daxwazan jî em banga tevlibûnê li gelê xwe dikin.”
 
'EM BANGA TEVLIBÛNA MEŞÊ LI HER KESÎ DIKIN’   
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî destnîşan kir ku cezayê muebbeda girankirî tundî û îşkence ye û ew dixwazin “Mafê hêviyê” bê cîbicîkirin. Gulşen Kurt, got ku Abdullah Ocalan muxatabê pêvajoyê ye û divê ji hêla fîzîkî ve azad be û mercên xebateke bitendurist bên avakirin. Gulşen Kurtê ji bo tevlibûna meşê bang li her kesî kir.