Jinan ji ber ‘betalkirina protokolê’ bertek nîşanî qeyûm dan

img

WAN - Li Wanê jinan bertek nîşanî betalkirina protokola bi Baroya Wanê re dan ku di serdema DEM Partiyê de ji bo piştgiriya hiqûqî ya bi jinan re hatibû mohrkirin. 

 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dema di destê DEM Partiyê de, ji bo piştevaniya hiqûqî ya bi jinan re bi Baroya Wanê re protokola “Alîkariya edlî ya jinên bûne mexdûrên tundiyê” mohr kir. Qeyûmê ku di 15’ê Sibatê li şaredariyê hatî tayînkirin jî ev protokol betal kir. Jinên ku bertek nîşanî rewşê dan, li pêşiya Baroya Wanê daxuyanî dan. Endamên Platforma Jinan, yên baroyê, partiyên siyasî, hevşaredar û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. 
 
Parêzer Fatma Ulgen ku endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê û Platforma Jinan a Wanê ye, di daxuyaniyê de got: “Ev biryar ne tenê kirariyeke betalkirinê ya burokratîk e. Polîtîkayeke ku mafê jiyanê yê jinan, mafê jinan a alîkariya hiqûqî û rûmeta mirovan yekser hedef digire ye. Alîkariya edlî ya bi jinan re ne lûtf e, mafekî destûra bingehîn e. Alîkariya bi jinên rastî tundiyê tên, di bin zexta aborî de dijîn, nikarin nefeqeya xwe bistînin û nikarin xwe bigihînin zarokên xwe, piştgiriyeke jiyanî ye. Betalkirina vê piştgiriyê ya li bajarekî mîna Wanê ku xizaniya jinê û tundiya li dijî jinan lê zêde ye, yekser dijminatiya jinê ye. Betalkirina vê protokolê, ji bo hemû jinênl i welat xetereyeke.” 
 
‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN’
 
Fatma Ulgen, da zanîn ku bi rêya vê protokolê bi sedan jinan alîkariya hiqûqî ya bêpere girtine û got: “Paşvekişandina vê piştgiriyê, erêkirina sûc û sûcdar e. Em bi aşkerayî ji qeyûm re dibêjin; mafê xwegihandina edaletê yê jinan nabe ku bi qurbanî hesabên siyasî bê kirin. Ev protokol ne tenê ewraqek bû, toreke ewlehiyê ya canê jinan diparast bû. Em ê destûrê nedin ku jin ji alîkariya hiqûqî bêpar bên hiştin û em dev ji mafên xwe bernadin.” 
 
‘POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYÊ JINÊ DIXIN MERIYETÊ’ 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî got: “Me xwest di her qadên jiyanê de rê li ber tundiya li dijî jinê bigirin. Lê tevahiya mekanîzmayên me ji bo vê xistin meriyetê, qeyûm dixwaze tune bike. Di vê çarçoveyê de hemû saziyên jinan ên şaredariya me vekirin hatin girtin. Ev bi aşkerayî nîşan dide ku qeyûm, yekser dijminatiya jinê dikin. Qeyûm niha jî dixwaze mekanîzmayên jin xwe digihînin edaletê tune bike. Di demeke bi sedan jin jê sûd digirin de tunekirina vê mekanîzmayê, dijminatiya jinê ye. Em soz didin jinên hatie kuştin ku em ê alternatîfên têkoşîna jinên rêxistinkirî û polîtîk bixin meriyetê û li her qada jiyanê li dijî tundiya ser jinê têbikoşin.” 
 
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.