ENQERE - Endamê ANKA-DER'ê Dogan Şenses diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd ji aliyekî ve girêdayî zimanê kurdî ye û got: "Em wekî xebatkar û dildarên zimanê kurdî divê di vî warî de polîtîkayeke girîng ava bikin û hemû astengiyên ku dewlet datîne pêşiya perwerdeya zimanê zikmakî ji holê rakin."
Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) Dogan Şenses gengeşeyên li ser pirsgirêka kurd di çarçoveya "astengiyên li ber kurdî" de nirxandin û got ku mirov li ser esasên zimên dibin parçeyeke civakê.
Şenses bal kişand ser têkiliya hebûna mirov û ziman û got: "Ya ku mirov û civakê ji hev cuda dike ziman e. Ya ku mirovan ji hev cuda dike û dike civak, pêşketina ziman e. Bê ziman civak ava nabe. Bi kurtasî hebûna civakê, hebûna mirovahiyê bi ziman ve girêdayî ye."
Şenses da zanîn ku ziman ji bo kurdan xwedî girîngiyeke mezin e û got: "Nifusa kurdan ji 30-40 mîlyonî zêdetir e. Lê kurd ne xwedî statu ne. Ne tenê di warê statûyê de, di navbera 4 welatên cuda de hatine parvekirin. Ji ber ku ev 4 welat zimanê xwe yê zikmakî ji bo kurdan ferz dikin û kurd jî ji bo hebûna xwe li dijî wan têdikoşin. Ji ber vê kurd li ber xwe didin û girîngiyê didin têkoşîna ji bo ziman."
Şenses destnîşan kir ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê û got: "Di vê serdema teknolojîk de parastina ziman zehmetir bûye. Di demeke ku pirzimanî jî winda dibe, divê zimanê kurdî bi lez û bez bibe zimanê fermî."
Şenses anî ziman ku çareseriya pirsgirêka kurd bi zimanê dayikê ve girêdayî ye û got: "Di vê pêvajoyê de dîsa maf û daxwazên kurdan tên nîqaşkirin. Çareserkirina van pirsgirêkan bi zimanê zikmakî yê kurdan ve girêdayî ye. Divê em wekî xebatkar û dildarên zimanê kurdî di vî warî de siyaseteke girîng ava bikin û pêşî li hemû astengiyên li pêşiya perwerdehiya zikmakî bên rakirin."
BANGAWAZÎ
Şenses her wiha diyar kir ku divê gel zimanê xwe yê zikmakî li hemberî hemû rêbazên asîmîlasyonê biparêze û wiha dewam kir: "Ger gel van xebatan neparêze, ev xebat wê bi çend dilxwazan nemeşe. Li Enqereyê komeleya me ANKA-DER heye. Ji hemû beşên civakê mirov tên, lê ev têr nake. Em çiqas zêde bibin, ew qas çêtir e. Ji ber ku li Anatoliya Navîn bi milyonan kurd dijî. Lewma divê her ciwanên kurd bibin mamosteyê zimanê xwe."