Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê de, li ser rewşa girtiyên nexweş Abdullah Yildiz, Siddik Guler û Îsa Ozgan hat sekinandin û daxwaza berdana wan hat kirin.
 
Çalakiyên li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê yên ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dewam kirin.
 
ÎZMÎR
 
Çalakiya rûniştinê ya ji aliyê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ve ji bo rewşa girtiyên nexweş di hefteya 306’an de dewam kir. Di çalakiyê de pankarta "Ji Girtiyên Nexweş re Azadî" hat vekirin. Daxuyaniya çapemeniyê ya kurdî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş, ya tirkî jî ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek ve hat xwendin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa girtiyê bi nexweşiya giran Abdullah Yilmaz (62) ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Xarpêtê girtî ye hat sekinandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Yilmazê ku di 13'ê Çileya 2017'an de hatiye girtin gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene û ji ber van nexweşiyan Yilmaz zehmetiyê dikişine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Yilmaz ji ber nexweşiyên xwe gelek caran bi piştgiriya hevalên xwe dikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û wiha hat gotin: "Em daxwaz dikin ku hemû muayene û tedawiyên Abdullah Yilmaz bi temamî bên kirin, înfaza wî bê taloqkirin. Ji ber şert û mercên girtîgehê nexweşiyên wî nayên dermankirin û ji bo malbata wî karibe hevdîtinê pê re bike divê sewqî girtîgeheke nêzî malbatê bê kirin."  
 
STENBOL
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya 672'yemîn a "Rûniştina F" ya ku her hefte li dar dixe, li ber avahiya komeleyê ya navçeya Beyoglû li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş ê giran Sîddik Guler ê 85 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtiye, hat sekinandin. Di çalakiyê de pankartên "Bila Siddik Guler bê berdan" û "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan", "Bil Siddik Guler serbest bê berdan", "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" û "Mirov bi mafên xwe mirov e" hatin berzkirin.
 
Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Taylan Bekîn diyar kir ku nikare Siddik Guler bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike û got: “Nexweşiyên Siddik Guler ên wekî hîpertansiyon, nexweşiyên hestî û dil, kêmbûna venoz, romatîzma movikan a înflamatuar û Alzheîmer hene."
 
Bekîn got: “Tevî ku Siddik Guler ji ber gelek nexweşî û temenê xwe nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne jî, berdewamiya girtina wî ya li girtîgehê gefê li tenduristî û jiyana wî dixwe. Em bang li rayedaran û raya giştî dikin ku bi hestiyar tevbigerin da ku girtiyê nexweş Siddik Guler ê 85 salî û hemû girtiyên nexweş bên berdan û mafên wan ên tenduristî û jiyanê bên parastin."
 
Çalakî bi dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" bi dawî bû.
 
ENQERE
 
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikşîne ser girtiyên nexweş di hefteya 544'an de li Kolana Sakarya ya navçeya Çankayayê hatin cem hev. Endamên Înîsiyatîfê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Îsa Ozgan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Hejmar 5 a Marmarayê tê girtin.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmenê diyar kir ku gelek nexweşiyên kronîk ên wekî dil, tansiyona zede, diyabet, made, prostat û romatizma yên girtiyê nexweş Îsa Ozgan ê 78 salî hene. 
 
Nuray Çevîrmenê da zanîn ku ji ber nexweşînên kronik divê Ozgan her roj dermanan bi kar bîne, lê dewlet dermanên wî nakire. 
 
Nuray Çevîrmenê xwest dermankirina Îsa Ozgan bi awayekî rêkûpêk bê kirin û dermanên wî bên peydakirin. 

Sernavên din

16:16 Mêrsînê ji bo mîtînga 'ji bo aştiyê azadî' amade ye
16:04 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:32 Bakirhan: Bila Ocalan bi amediyan re hevdîtinê bike
15:03 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' pêk bînin
14:41 Di mîtînga 'azadiyê' de posterê Abdullah Ocalan
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
15:48 Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin
15:20 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin
14:40 Tuncer Bakirhan: Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn
13:11 Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome
13:08 Dewleta tirk Şarbajêr bombebaran kir
13:05 Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang
13:05 Rojnameger Wirya Hemê Kerîm jiyana xwe ji dest da
13:04 Rapora meha Çileyê ya MKG’ê: 9 rojnameger girtî ne
12:48 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
12:40 ÎSÎG: Di Çileyê de 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:36 Komploya 15’ê Sibatê: Xeleka dawî ya şerê NATO'yî
12:02 Di doza rojnameger Melek Avciyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:01 Di serdegirtina ‘ceyrana qaçax’ a DEDAŞ'ê de 3 kes hatin binçavkirin
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:59 Xelkê Wanê: Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike
11:20 Di 8 salan de 621 Beluc li Îranê hatin darvekirin
11:16 Rêveberê HADEP’ê Dîlsîz jiyana xwe ji dest da
11:15 Keça xwe di ‘jêrzemînên wehşetê’ de winda kir: Em ê wan rojan ji bîr nekin
10:39 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ bang kirin: Divê qad tije bibe
10:25 Sîmonnet a çûbû serdana Rojava: Nêrînên Ocalan hêviyê didin
10:12 Kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ didome: Dê gelek kes qezenc bikin
09:41 Qeyûmî zilamel tayînî midûriyeta jinan kir, jin jî şandin beşa paqijiyê!
09:38 Li gelek bajaran ji ber berfê navber dan perwerdeyê
09:11 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan hat kirin
09:10 Li Edeneyê ciwanek hate binçavkirin
09:09 Ciwan wê di 9'ê Sibatê de dest bi meşa 'azadiyê' bikin
09:07 Hevşaredara îxrackirî kamera danî odeya endamên meclisê
09:03 Endamên Meclisa Şaredariya Sêrtê: Em ê giliyê polîsan bikin
09:01 ‘Piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyan a HDK'ê'
09:00 ROJEVA 6’Ê SIBATA 2025’AN
07:50 Li cihê ku hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest da bîranîn
06:35 Li Amedê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
05/02/2025
16:46 Der heqê Îmamoglû de îdianame: 7 sal cezayê hefsê hat xwestin
16:25 Pervîn Buldan çû serdana siyasetmedarên jin ên girtî
16:16 Di protestoya qeyûm de bîranîna 6’ê Sibatê
15:59 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
15:21 'Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike'
15:12 Ji bo girtiyê nexweş Ozgan banga tehliyeyê kirin
14:34 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ ya li Mêrsînê bang hate kirin
14:25 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nexşerêya Ocalan ji bo çareseriyê firsende
14:10 Temellî: Em dixwazin bang di rewşeke tecrîd hatiye rakirin de were kirin
12:53 ‘Dadgeha Gelan a Rojava’ ku Tirkiye tê darizandin dest pê kir
12:17 Fransa: Kurd dê tev li konferansa 13’ê Sibatê bibin
11:49 Bakirhan: Ocalan formûla aştiyeke birûmet amade dike
11:09 Qeyûmê Sêrtê 2 karên din da cîgirê xwe
10:36 Deklarasyona TJA’yê: Dê tecrîdê bişikînin, Ocalan dê ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:20 Di doza Atînayê de pêvajoya komployê
09:55 Tanhan: Bi tevlibûna mitînga Amedê re em bersivê bidin polîtîkayên qirêjî
09:37 Otobûsa rêwiyan gêr bû kendalê: 10 jê giran 28 kes birîndar bûn
09:21 Ciwan Elbistanê diterikînin
09:08 Reşat Ozdîl ê 31 sal in girtî ye bi hinceta ‘poşman nîne’ nayê berdan
09:07 Keça 'manewî' ya Erdogan tevî biryara wezaretê jî avahiya dîrokî vala nake
09:06 Gelo Amed ji bo erdhejê amade ye?
09:04 'Nexşerêya Abdullah Ocalan pisûleya çareseriyê ye'
09:03 Rêxistinên Elewiyan: Pêdivî bi zemîneke axaftinê ya bi muxatab re heye