NAVENDA NÛÇEYAN – Li hemberî Komploya Navneteweyî çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ pêl bi pêl çalakî hatin lidarxistin û kesên beşdarî vê çalakiyê bûn mîrateyeke mezin li pişt xwe hiştin. Malbatên çalakgeran behsa zarokên xwe kirin û gotin tekane daxwaza wan azadî bû.
Li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de starta Komploya Navneteweyî hat dayîn, heta 15’ê sibata 1999’an dewam kir û li ser komployê re 26 sal der bûn. DYA’yê pêşengiya pêvajoya komployê kir û li hember komployê bertekên mezin hatin nîşandan. Li hemberî komployê ewilî çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hatin lidarxistin. Çalakiya destpêkê di 9’ê cotmeha 1998’an de li girtîgeha Mereşê bi agir berdana bedena xwe ve destpê kir û piştre li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê berbelav bû.
HÊJ ZAROK BÛ BEDENA XWE DA BER AGIR
Ji kesên ku bedena xwe da ber agir yek jî jê Alî Bîlen bû. Malbata Bîlên di salên 1990’î de dema şewitandina gundan de ji navçeya Qosera Mêrdînê koçî Mêrsînê dike. Bîlen di sala 2003’an de di meha çileyê de hêj 13 salî bû bi îdiaya endamê rêxistinê ye tê girtin. Bîlen 8 mehan di girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê de dimîne û piştre wî sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê dikin. Bîlen di 14’ê tîrmeha 2003’an de bedena xwe da ber agir. Bîlen di sala 2010’an de tahliye bû.
Alî Bîlen da zanîn ku xwestin bi komployê gelê Kurd tasfiye bikin û bi tecrîdê ve ew rewş dan dewamkirin û wiha got: “Li Îmraliyê li hemberî Ocalan erîşeke berfireh hebû û tecrîdeke teqez û hişk hebû. Ev êrîş li girtîgehên din jî dihat hîskirin. Di sala 1998’an de rasterast îmhaya fîzîkî ya birêz Ocalan hat hedefgirtin. Hevalê Halît Oral bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe da ber agir û meşaleya azadiyê pêxist.”
Bîlen diyar kir ku çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li her derê berbelav beû û wiha axivî: “Piştî 15’ê Sibatê çalakî zêdetir bûn, li Ewropa, Qafqasya û Rûsyayê çalakiyên fedayî hatin lidarxistin.” Bîlen anî ziman ku wê demê di girtîgehê de bi zextên mezin re rûbirû mane, 97 rojan di hucreyê de hatiye hiştin û got, “Di vê çarçoveyê de di 14’ê tîrmeha 2003’an de ji bo şermezarkirin û lenetkirina komployê min bedena xwe da ber agir. Wê demê ez 13 salî bûm. Di nav çalakvanan de yê herî biçûk ez bûm.”
‘ŞER Û AŞTÎ BI HEV RE NAYÊN MEŞANDIN’
Bîlen bal kişand ser nîqaşên derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd û da zanîn ku şer û aştî bi hev re nayên meşandin û divê demildest Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe û wiha got: “Divê Tirkiye dev ji polîtîkaya îmha û înkarê berde. Divê dev jî polîtîkayên komkujiyê berde. Lazim e pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên leşkerî û tundî neyê destgirtin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê mafên Kurdan ên çandî, siyasî, civakî, aborî bên nasîn. Divê ev di qanûnan de cih bigirin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ancax bi vî rengî mimkun e û ancax wê demê li Tirkiyeyê aştî were avakirin.”
JI HEMAN MALBATÊ 2 KESAN BEDENA XWE DA BER AGIR
Veysî Kaya yê 23 salî li ser agahiya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye jehrîkirin bedena xwe ber agir. Kaya kesek ereb e û li gundê Teffî ya Stewra Mêrdînê di sala 1979’an de hatiye dinê. Malbata Kaya di sala 1982’an de ji ber zextên dewletê koçî Edeneyê kir û Veysî Kaya piştî komploya 1999’an tevli xebatên siyasî bû. Gelek caran hat binçavkirin, rastî îşkenceyan hat. Li hemberî tecrîda li Îmraliyê û agahiyên jehrîkirina Ocalan, di 9’ê sibata 2006’an de bedena xwe da ber agir û di 28’ê sibata heman salê de jiyana xwe ji dest da. Xwarziyê Kaya yê 16 salî Abdulkadîr Atîlla jî di 11’ê adara 2012’an de li hemberî tecrîda Îmraliyê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da.
‘EM LI GEL TÊKOŞÎNA BI RÛMET A KURDAN IN’
Birayê Veysî Kaya, Muhîttîn Kaya diyar kir ku li hemberî zextên dewletê piştgiriyê didin têkoşîna kurdan a azadiyê. Kaya da zanîn ku xwîşka wî Ayşe Kaya (Mîzgîn Arap) di sala 1996’an de li Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide û wiha got:”Wek malbatî me piştgirî da têkoşîna kurdan a bi rûmet. Me fikrên birêz Ocalan pejirand û qebûl kir. Me tu caran tecrîd û zilm qebûl nekir. Xwîşk, bira û xwarziyê min ji bo me xeta têkoşînê ne.”
Muhîttîn Kaya anî ziman ku fikrên Abdullah Ocalan li hemû cîhanê berbelav bûne, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd muxatap Ocalan e û divê şert û mercên wî bên sererastkirin.
EBÛ MUSLUM DOGAN
Ebû Muslum Dogan dema 18 salî bû li Semsûrê Lîseya Fenê dixwend û di 15’ê sibata 2010’an de bedena xwe da ber agir. Dogan li Semsûrê li ser girekî bedena xwe da ber agir, xwe jor da berda û têkildarî çalakiya xwe nameyeke ku ji 5 rûpelan pêk tê hişt. Dogan di nameya xwe de got ku gelê Kurd bi polîtîkayên îmha û înkarê ve rûbirû hatiye hiştin û têkildarî çalakiya xwe ev tişt nivîsand: “Gelekî ku navê wî hatiye qedexekirin, wekî gelek ciwanên kurd ez jî mînetarê Rêber Apo me ku jinûve ev gel afirand. Bila zanibin ku dê tu caran gelê kurd rastî îxanetan nayê. Ev roja ku bedena me bişewite em ê bigihêjin kakil û azadiya xwe, bi bîr û baweriyeke mezin tînim ziman ku ez ê tu caran dev ji vê rêyê bernedim. Bêrîtanbûyînê xwe gihandina Semayan, bi Mazlûmbûnê xwe gihandina Viyanan. Rewşa heyî nîşan dide ku êdî înkar, îmha û lîstikên qirêj ve nikarin encamê bi dest bixin... Roj ev roj bibe roja azadiya Serokatî. Gelek tu caran xwe ji kesên wî gelî diafirîne cuda nake.”
NIRXANDINA OCALAN A TÊKILDARÎ ÇALAKIYÊ
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 14’ê adara 2010’an de di hevdîtina parêzeran de têkildarî çalakiya Ebû Muslum Dogan nirxandin kir û wiha got: “Di esasê xwe de min ê berê jî behsa vê mijarê bikira. Ez dixwazim têkildarî hevalê ciwan yê Meletî, yanê Ebû Muslum Dogan çend tiştan bibêjim. Min berê kurdayetiya Meletiyê bi zimanekî tund rexne kiribû. Ez dixwazim di şexsê vî hevalî û Zeynep Kinaci de têkildarî kurdayetiya Meletî de nirxandineke nû bikim. Ev rûmeta kurdayetiya Meletiyê ne. Ez li hemberî van hevalan xwe eciqandî û pir berpirsyar hîs dikim. Min berê dengê Zeynep Kinaci jî guhdar kiribû. Li gorî min divê ji bo van hevalan li Meletiyê bîrdarî were çêkirin. Divê Kurdên Meletiyê şexsiyeta pîroz a van hevalan bidin jiyîn.”
DAYIK DOGAN: BI FIKRÊ AZADIYÊ MEZIN BÛ
Zelîha Dogan têkildarî çalakiya kurê xwe axivî û wiha got: “Muslum di temenek biçûk de fikrên kurdan hewand. Hêj dibistana seretayî pola 5’emîn de bû, haya me ji gelek tiştan tunebû, lê wî behsa van mijaran dikir. Piştre di dibistanan navîn û lîseyê de jî her tim behsa van mijaran dikir. Wek malbatî ji roja ewil vir ve me baweriya xwe bi tevgera azadiyê anî, lê girêdanbûna wî cuda bû. Ji min re digot divê herkes wekhev be. Muslum bi fikrê azadiyê mezin bû û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest da. Tu caran li pey tiştên şexsî neket, her tim li pey fikir û doza xwe bû. Pir hez ji Abdullah Ocalan dikir û ji bo wî jiyana xwe ji dest da. Her tim fikrên li Abdullah Ocalan xwedî derket. Her tim aştî dixwest.”
Dayik Zelîha Dogan da zanîn ku 3 roj piştî çalakiyê agahiya wan çêbûye ku kurê wî çalakî lidarxistiye û wiha got: “Me ji gelek kesan pirsî lê derbarê wî de tu agahî negirt. Me digot çûye çiyê. 3 roj piştre polîs li kekê wî geriyan û gotin werin Semsûrê. Destûr nedan ez biçim. Piştre me anî li vê derê defin kir. Li her derê ji bo merasîma cenaze hatin vê derê. Bi hezaran kes hatin. Çend roj piştre wêneyê nameya wî nîşanî me dan, lê 6 meh piştî ku me melzemeyên wî wergirt name jî di nav de bû. Di nameyê de her tişt anîbû ziman.”
Zelîha Dogan got ku aştiyê dixwaze û wiha pê de çû: “Bila êdî dayik negirîn. Divê tu dayikek negirî. Êdî bes e. Bila ev pirsgirêk were çareserkirin. Bila mafên kurdan jî hebe. Bi hezaran sal in kurd li ser vê axê dijîn. Em her tim aştiyê dixwazin. Bila di girtîgehan de tu kes neyê girtin. Em heya dawiyê aştiyê dixwazin. Bila êdî Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Bila çareserî pêk were. Bila şer nebin.”
ÇALAKIYA MAHSÛN OZEN
Mahsûn Ozen dema 22 salî bû di 28’ê kanûna 2013’an de li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê li pêşiya Bîrdariya Aştî bedena xwe da ber agir. Ozen ji Mêrdînê bû û dema hêj 7 salî bû malbata wî ji Mêrdînê koçî Îzmîrê dike. Li Îzmîrê di nav xebatên ciwanan yên DEHAP’ê de cih digire û di 19 saliya xwe de ji ber xebatên siyasî tê girtin. Ozen salek piştre dema tahliye dibe xebatên xwe didomîne.
Ozen di 2’emîn salvegera Komkujiya Roboskê de bedena xwe dide ber agir û li pişt xwe bi sernavê ‘Jiyan jî mirin jî tiştek rûmetî ye’ dihêle. Ozen di nameya xwe de têkildarî çalakiya xwe van tiştan tîne ziman: “Li cîhaneke ku mirin û qetlîam bûye karek ji rêzê tekane daxwaza mirov azadî ye. Tişta tê xwestin jiyana azad û jiyandina azad e. Di vê rêyê de mirin armanca xwe gihandina hedefê ye.”
JI HEMAN MALBATÊ 3 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Bav Burhan Ozen diyar kir ku zarokek wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zarokek wî jî li Cûdiyê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Burhan Ozen wiha axivî: “Zarokên min digotin em ê çeka birayê xwe li erdê nehêlin. Min cenazeyên herduyan jî nedît. Nizanim, dibe ku gorên wan jî hatibin îmhakirin. Agahiya min ji çalakiya Mahsûn nebû û polîsan ji min re gotin kurê te xwe şewitandiye. Cenazeyê wî hefteyekê di adliyeyê de ma. Piştî hefteyekê gotin hûn dikarin werin cenazeyê xwe bibin. Demeke nêzî dîlgirtina Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Ji hevalên xwe re gotiye ez ê ji bo Serokatî bedena xwe bidim ber agir. Heta dawiyê ez ê têkoşîna wî bidomînim. Heta ji destê me tê em ê li pey şopa wî bin. Çalakiya wî ji bo Serokatî bû.”
‘OCALAN JI BO MIROVAHIYÊ HEWL DIDE’
Bav Ozen xwest tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û wiha got: “Tiştên Abdullah Ocalan tîne ziman ji bo aştiyê ne. Ne tenê gelê kurd, her wiha gelê tirk, gelê ereb jî dibêjin divê Abdullah Ocalan biaxive. Ew ne ji bo berjewendiyên xwe, ji bo berjewendiyên mirovahiyê hewl dide. Gelek kes di bandora çalakiya Mahsûn de man. Mahsûn ji bo axa xwe û gelê xwe ev çalakî pêk anî. Ez û dayîka wî her tim diçin ser gora wî û kûlîlkên ser gora wî paqij dikin. Ji bo li bîranîna xwe xwedî derkevin em her hefte diçin ser gora wî. Êdî ez naxwazim kesek bimre. Bila ev şer bi dawî bibe. Kezeba me şewitî bila kezeba hinekên din neşewite. Ez ji ber fikra zarokên xwe jî poşman nîn im.”
MA / Hamdullah Yagiz Kesen - Emrullah Acar